Li seranserî Ewrupayê ev demeke kampanyaya bi navê ‘Malbatên Xwişkûbira’ di rojevê de ye.
Ev kampanyaya bi armanca piştgiriya madî û mirovî ji bo welatiyên herêmên rastî êrîşên dewleta Tirk hatine her diçe gur dibe.
Kampanya ligel desteka madî di bingeha hiqûqa xwişk û biratiyê de piştgiriya mirovî jî esas digire.
Kampanyaya bi navê ‘Malbatên xwişkûbira’ ev demek e li Ewrûpayê tê meşandin.
Kampanya bi armanca piştgirî û alîkariya welatiyên herêmên rêveberiyên xweser ên Bakurê Kurdistanê hatiye destpêkirin.
Li Ewrupayê pêşengî û berpirsiyariya kampanyayê saziya me Heyva Sor a Kurdistanê hilgirtiye ser xwe.
Destekdayîna malbat û zarokên ku ji ber êrîşên dewletê zerar û texrîbat dîtine, ango bûne mexdûrên şer, dû û bavê wan jiyana xwe ji dest dane, armanca bingehîn a vê projeya demdirêj e.
Kampanya ligel desteka madî di bingeha hiqûqa xwişk û biratiyê de piştgiriya mirovî jî esas digire.
Rejima AKP’ê ji payiza 2015’an ve bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê, yên mîna Farqîn, Lice, Silopî, Sûr, Cîzîr, Nisêbîn, Dêrik, Kerboran, Hezex, Gever û Şirnexê dorpêç kirine û di êrîşên xwe di be sedan welatiyên sivîl qetil kirin, bi sedan birîndar bûn.
Di encama van êrîşên bi tank û topan de bi sedan mal û xaniyên van welatiyan hatin xerakirin û rûxandin.
Dîsa bi mehan qedexeya derketina kolanan danîn û bi vê yekê pêdiviyên gel ên xwarin, vexwarin, av, elektrîk û tendurustiyê asteng kirin û dike.
Bi vê yekê re jî gel mecbûrî koçê dike û dixwaze van bajar û navçeyan ji mirovan xalî bike.
Di encama van kirinan de jî bi sedan zarok sêwî mane û bi hezaran malbat mexdûr kirine.
Hûn jî dikarin beşdarî vê projeyê bibin, bi malbatekê re bibin xwişk û bira û li wan û berxwedana xweseriyê xwedî derkevin.
Ji bo beşdariya vê kampanyayê şert û mercên wiha ne:
- Alîkariya madî divê herî hindik 150 Euro be. Malbatên rewşa wan ne guncan, dikarin bibin yek û bi hev re vê alîkariyê bikin. Ev alîkarî pêwîste herî hindik salekê bidome. Yên bixwazin jî dikarin piştî salekê jî berdewam bikin.
- Divê hûn bi destê xwe alîkariya xwe bişînin. Ji bo yên ev derfetên wan kêm in, Heyva Sor a Kurdistanê destekê dide.
- Ji bilî alîkariya madî, her wiha pêwîst e bi malbatên mexdûr re têkiliya mirovî were pêşxistin, bi wan re hevdîtin werin kirin û derfet hebe ev malbat werin ziyaretkirin.
Ji bo beşdariya projeyê agahiyên têkilîdanînê wiha ne:
Heyva Sor a Kurdistanê e. V.
Wilhelmstr. 12
53840 Troisdorf – Almanya
Tlf : +49 (0) 2241 975 25 83
+49 (0) 2241 975 25 85
E-mail: heyvasor@web.de
(Li gorî biryara ADD saziya Heyva Sor a Kurdistanê li herêma Rheinland-Pfalzê nikare alîkariyê kom bike)