Bi hatina zivistanê, şert û mercên jiyanê yên bi deh hezaran welatiyên Kobanê yên penaber bûne, zehmet dibe..
Heyva Sor a Kurdistanê ku ji bo Kobanê kampanya alîkariya mezin daye destpêkirin, ragihand ku ji ber demsala zivistanê, welatiyên ku konbajarên navçeya Riha Pirsûsê de dimîn, rastî gelek pirsgirêkên jiyanî tên…
Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê bi daxuyaniyekê bi bîr xist ku ji destpêka êrîşan, wan hemû derfetên xwe ji bo welatiyên Kobanê bikar anîne û weha dewam kir:
“Di nava mehekê de, saziya me Heyva Sor a Kurdistanê karîbû, xwarinên hazir, kon û gelek pêdiviyên jiyanê bighîne penaberên li Pirsûs û welatiyên sivîl yên li Kobanê”
Rêveberiyê da zanîn ku di rewşa heyî de pêwîstiyeke zêde ya penaberên kobanê bi çadir û sobeyan heye û ev bang kir:
“Bi deh hezaran welatiyên Kobanê yên di bin konanan de dijîn, ji ber şert û mercên zivistanê rastî gelek zehmetiyan tên. Bi taybet ji ber hewayê sar jin, zarok, pîr û kal hewcedarî alîkariyê ne. Di rewşa heyî de herî zêde pêwîstiya penaberên Kobanê bi çadir û sobeyan heye.”
Rêveberiya Hevya Sor a Kurdistanê di serî de karsazên Kurd yên li Ewrûpayê, bang li her kesî kir û destekê bidin kampanya alîkariya lezgîn ya ji bo penaberên Kobanê û weha dawî li daxuyaniya xwe anî:
“Li hemberî vê rewşa kambax, pêwîste her karsaz û kesên xwedî derfet da ku berpirsiyariyên xwe bicih bînin û bi taybet jî, divê her karsazekî Kurd bi têgeha ‘ez ê ji bo 10 malbatan pêdiviyên çadir û sobe bicih bînim’ destê alîkariyê dirêjî biryarên xwe yên muhtac bikin.”