Saziya me Heyva Sor a Kurdistanê, berpirsyariya tedawiya sînemavan Lîsa Çalan a di êrîşa bombeyî ya 5’ê Hezîrana 2015’an a bi hevkariya çeteyan li hemberî mîtînga HDP’ê ya Amedê de her du lingên wê jê bûn, girt ser xwe.
Ji bo peydakirina mesrefên protez û tedawiya çalan, gelek sazî û kesayetên li Kurdistan, Ewropa û Tirkiyeyê kampanya dabûn destpêkirin.
Em wek rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê didin xuyakirin, ku weke saziya alîkariya însanî em xwe di vê mijarê de berpirsyar dibînin û berpirsyariya mesrefa tedawiya mayî ya Çalan, digirin ser xwe.
Wek tê zanîn; daxwaza Lîsa Çalan a ji bo lingê protez ji aliyê dewletê ve hatibû redkirin û ji ber ku maliyeta protez li Tirkiyeyê zêde ye, ji bo lingê protez jê re bê çêkirin, berî demekê hatibû Elmanyayê.