logo


Projeyên me

  • PROJEYA ALÎKARIYA ZAROKAN


    Li her devera cîhanê ji ber şer, herî zêde zerar li zarokan tê kirin.

    Bi armaca dermankirina birînên zarokên ku bûne mexdûrên şer û bê xwedî mane, Heyva Sor a Kurdistanê ji roja hatiye avakirin, destê alîkariyê dirêj dike. Li gorî pêwîstiyên vê projeyê, heta zarok mezin bibin û bibin xwedî hêza xwe debarekirinê, alîkariya bi wan re dewam dike.

    Li gorî Rapora Fona Alîkariya bo Zarokan re a Neteweyên Yekbûyî-UNICEF’ ji 4’an yek zarokên li cîhanê bûne mexdûrên şer û aloziyan. Li welatên xwedî alozî 535 mîlyon zarok ji xizmetên jiyanî û tendirûstiyê bê par mane. Li gorî lêkolînên UNICEF û rêxistinên civaka sivîl bêtirî 140 mîlyon zarok ji ber şer û afetên xwezayî bê malbat mane. Ev zarok weke bê wedî û sêwî jiyana xwe dewam dikin.

    Li Kurdistanê jî, ji ber şer û êrişan, bi deh hezaran zarok sêwî mane.

    Di çarçoveya projeya zarokan de, ji bo 775 zarokên li  Kurdistanê yên bûne mexdûrê şer û êrişan, alikariya madî tê şandin.

  • PROJEYA MALBATÊN XWIŞK Û BIRA

    Yek ji xebatên girîng ên Heyva Sor a Kurdistanê, projeya Malbatên Xwişk û Bira ye. Armanc ji vê projeyê bicihanina pêwsîtiyên malbatên mexdûr û desteka psîkolojîk e. Bi vê projeyê de di navbera malbatên bê kes û malbatên alîkar de, pêwendiya xwişk û biratiyê hat pêşxistin û alîkarî hat kirin.
    Ev proje bi armanca piştgiriya madî û mirovî ji bo mexdûrên şer e. Proje ligel desteka madî di bingeha hiqûqa xwişk û biratiyê de piştgiriya mirovî jî esas digire.
    Destekdayîna malbat û zarokên ku bûne mexdûrên şer, dê û bavê wan jiyana xwe ji dest dane, armanca bingehîn a vê projeya demdirêj e.

    Hûn jî dikarin beşdarî vê projeyê bibin, bi malbatekê re bibin xwişk û bira û li wan xwedî derkevin.

    Ji bo beşdariya vê projeyê şert û mercên wê wiha ne:
    •Alîkariya madî divê herî hindik 150 Euro be. Malbatên rewşa wan ne guncan, dikarin bibin yek û bi hev re vê alîkariyê bikin. Ev alîkarî pêwîste herî hindik salekê bidome. Yên bixwazin jî dikarin piştî salekê jî berdewam bikin.
    •Divê hûn bi destê xwe alîkariya xwe bişînin. Ji bo yên ev derfetên wan kêm in, Heyva Sor a Kurdistanê destekê dide.
    •Ji bilî alîkariya madî, her wiha pêwîst e bi malbatên mexdûr re têkiliya mirovî were pêşxistin, bi wan re hevdîtin werin kirin û derfet hebe ev malbat werin ziyaretkirin.

  • PROJEYA TENDURISTIYÊ

    Di zagona bingehîn a Saziya Tenduristiya Cîhanê(DSÖ) de, dibêje “tenduristî, bi tenê nebûna nexweşî an jî seqetiyê nîne, saxiya hemû laş a giyanî û civakî ye”. Tê wateya, divê, kes, tenê bi saxîtî ya rind a biyolojîkî ne, bi psikolojikî jî rihet û xwedî huzur be, hingê ewê di nava civakê de weke mirovekî rêzdar û tenduristiya wî baş were qebûl kirin. Xizmeta tenduristiyê jî, xebata komple ya hemû bi hev re ya ji bo parastina tenduristiya kesan û civakan, derman kirina nexweşan, alîkariya bi seqetan ra ya ji bo bêyî ku bi kesî ve girêdayî bimîne bi serê xwe bikaribe bijî û xebata bi armanca bilind kirina asta tenduristiya civakê ye. Û her weha li goreyî Belavoka Alma-Ata ya sala 1978’an jî, ev mijar wisa tê şîrovekirin: “Xizmeta tenduristiyê, mafekî ji dayikbûnê ve hatiye bi destxistin, divê bi têgîna edaleta civakî, wekhev, di civakê de li herkesî were parvekirin.Di heman demê de, li goreyî vê belavokê, binpêkirina mafên mirovan weke sucdariyê tê nirxandin. Li şûna ku dewlet, ji bo jiyanek ji mafên mirovan ra rêzdar û aram misoger bike, berovajî, dewletên mijokdar û dagirker, li erdnîgariya Kurdan mafên mirovan xistine bin piyan. Zerar û ziyana mezin dane eko-sistema erdnîgariya delal a welatê me, gelek gund û daristan şewitandin e, cih û war hatine xera kirin, asarên çand-dîrokî û zeviyên hêja yên bi xêr û bêr, bi projeyên bendavan xistin binê avê. Bermayiyên jahrî li Kurdistanê çal dikin. Evan kiryariyên dewletan, giha û dar û hewaya erdnigariya Kurdistanê jî guherandiye, buye sedemê bêhemahengiyê. Ev jî, yekser tenduristiya gelê me xera dike.

    Peywirên bingehîn ên projeyê: Parastina tendurustiya gel û tedbîrgirtina ji bo xeterên li ser tendurustiya gel, alîkarî kirina bi lez a tibî ji bo her cûre qeda û afetên xwezayî, şewat, teqîn, erdhej û birindarî, li goreyî pêdiviyê van kesan bigihêne saziyên tenduristiyê yên herî nêz. Ji xwe re peywir dibîne ku, ji bo di tevgêrên civakî de, weke kongre, mitîng û tevgêrên sportif de pirsgrêkên tenduristî dernekeve, tedbîran bigre û eger pêwîstî jî derket, bi xwe an jî bi sazî û dezgehên hempîşe re bi hev karî xizmetê tibî yê bi lez bike.

    * Hûn dikarin alîkariyên di salên derbasbûyî de hatine kirin, li ser broşûrê me bixwînin.
    http://www.heyvasor.com/ku/brosur/

  • PROJEYA ALÎKARÎYA LEZGÎN

    Ev proje ji bo kesên ji ber şer, bûyerên xwezayî û rewşên awarte mexdûr dibin, tê birêve birin. Di çarçoveya vê projeyê de pêdivîyên jiyanî wek xwarîn, derman, kinc û hwd. ên kesên mexdûr tê bicîhanin. Her wiha ji bo koçberan kamp û stargeh tên avakirin. Heya roja îro komela me bi rêz;

    • Ji însanên me yên di keresata lehî û erdheja li Kurdistanê(di sala 2006’an da li Amedê, Êlih, Şernex û Mêrdînê, her weha erdheja li Dep a Elezîzê, li Kanîreşa Çewlikê, li Gimgima Muşê) bû de mexdûr ketin re,
    • Ji gelê me yên li Şengalê ku komkujî bi ser de hat in re,
    • Malbatên me yên mexdûrên şer ên li Urdunê bi cih bûne, ku ji ber cenga li Kurdistanê tê meşandin koçber bûne re,
    • Malbatên rewşenbîrên me, yên dema ji bo mafên mirovan dikoşiyan li Rojhilatî Kurdistanê ketin ber zulmê û mexdûr bûn re,
    • Gelê me yê li gundê Qendîlê dijîn, yê ku Komara Tirka wan bombebaran dike re
    • Malbatên gundê Peyanis ên 9 kesên wan, di 16’ê Îlona 2010’an da, ji alî bombebaran kirina Komara Tirkan va hatin kuştin ra,
    • Ji însanên mexdûr ketin, ên di keresata lehî û erdheja hinek welatên cîhanê(di sala 2004’an da Tsunami ya ku bû sedema kuştina 300 hezar însan û erdheja Haiti û hwd.) re, bi rêya Xaçasor û UNICEF,
    • Ji malbatên însanên me yên li Roboskî hatin kuştin re,
    • Ji gelê me yên muhtac re, alîkariyên fitre, zikat û boraqên di heyvên Qurban û Remezanên de hatine berhev kirin,
    • 80 ton pakêtên alîkariyê ku amûrên xwarinê yên bingehîn têde, ji gelê me yên hewcedar ên Colemergê, Amedê û Wanê re,
    • Bi sedan ton kinc(cil) hatin berhev kirin û ji gelê me yê feqîr û muhtac ên tevaya Kurdistanê re, hatine şandin.
    • Ji bo erdheja ku di 23’ê Cotmehê de li Wanê rûda, hema bi lez saziyên alîkariyê yên Kurdistanî li hev civiyan; yên Almanya, İngilistan, Swisre, Hollanda, Belçika, Fransa, Heyva Sor a Kurdistan a Swêdê û Roja Sor a Kurdistanê ya Avusturya û Komala Sol a Mezopotamya ya Danimarkayê, bi hev re kampanya alîkariyê despê kirin. Di vê kampanyayê de 1.300.000 € û nêzî 150 ton kinc hate berhev kirin.
    • Alîkariya pereyî, bi giranî ji bo tenduristî, xwarin û bicîhbûn û hwd.hate xerc kirin. Berhevkirina me ya kincan gelek bû, lê mixabin encex me bi tenê dikaribû ji Almanya 3 TIR û ji Swisre jî 3 TIR(hemû 6 TIR) bişandina. Yê mayî, me nikaribû bigihanda welat, ji ber ku Dewleta Tirka, fermî ferman da û li pêşiya şandina alîkariyên me bû asteng. Me jî, ji naçarî kincê me kom kiribû me firot û pereyê wan şand.
    • Li gel kincan, ji Swisre 190 kon, gelek sobeyên elektrikê û personelê perwerdekirî ku dikare li herêma erdhejê bi zanistî bi xebite hate şandin. Ji Almanya jî 269 konên zivistanî hate şandin.
    • Alîkariya bi dayîkên me yên xebata aştiyê dide meşandin ra tê kirin, her dewam dike.

    * Hûn dikarin alîkariyên di salên derbasbûyî de hatine kirin, li ser broşûrê me bixwînin.
    http://www.heyvasor.com/ku/brosur/

  • PROJEYA PIŞTGIRÎ BI MEHKÛMAN RE

    Em, di cîhanek e de ku rindî û ne rindî di nava hevde ye de dijîn. Yê ku qenciyê dike jî însan ê, yê ku xerabiyê dike jî insan e. Ji ber ku insan ne mukemel e, dikare şaştiya bike. Li cîhanê weke çawa însanê ji sedî sed rind nîne, her weha ji sedî sed însanê xerab jî nîne. Ji yên li derve dijîn re çawa nikare were gotin însanê mukemel, her weha ji yên li zîndana ne re jî gotina xerab şaş e. Li ser bingeha vê têgînê, ji ber çi sedemê dibe bila bibe li welat, li Evrupa an jî li kîderê dibe bila bibe, ji însanên me yên girtî re alîkarî, her dewam tê kirin.
  •  

    Di encamê de:

    Di jiyana însanan da, bi tenê pêşbirkek rast heye. Ew jî, pêşbirka ku ji bo însaniyetê tê kirin e. Em di vê pêşbirkê de dibêjin; cîhan welatê me yê, mirov xuşk û birayên me ne, kirina rindî û alîkariyê jî baweriya me ye. Werin em hemî bi hev re beşdarî vê pêşbirkê bibin. Em jibîr nekin ku, pêkanîna bi tenê alîkariyek bi çûk jî, jiyanekê rizgar dike!