Ji çapemenî û raya giştî re,
Tevî hemû zor û zehmetiyan jî, hemû pêkhateyên li Rojava bûn xwedî jiyaneke hevpar û aram. Di van rojên ku mirovahî li benda bidawîbûna şer û aloziyan bû, dewleta Tirk û çeteyên wê bi hev re êrişî Rojava kirin.
Bi vê êrişê armanc ew e ku herêm bi temamî ji sivîlan were valakirin.
Bêdengiya welatên din jî erêkirina van êrişan e.
Gelê Kurd ji bo vê cîhanê ji zilma DAIŞ’ê rizgar bike bi hezaran keç û xortên xwe feda kir. Li ser xaka xwe ji bo jiyaneke hevpar û aştiyane ya hemû gelan pergalek ava kir.
Dewleta Tirk û çeteyên wê ne exlaq û ne jî pîvanên şer nas dikin. Li Rojava jin, zarok û extiyar jî di navê de sivîlan dikin hedef. Bi bombekirina deverên sivîlan ewlehiya can û malên sivîlan tê tinekirin. Ev yek jî bêexlaqiya wan nîşan dide.
Em komkujî û êrişên Dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar dikin.
Berpirsiyariya civaka navneteweyî ewe ku li pişt gelê Kurd bisekine.
Heyva Sor a Kurdistanê bi hemû derfetên xwe ve wê ji bo gelên Rojava alîkarîya mirovî bike.
Saziyên alîkariyê yên navneteweyî divê li dijî sedema van felaketan jî têbikoş in.
Banga me ewe ku civaka navneteweyî û saziyên alîkariyê li dijî vê dagirkeriya Dewleta Tirk dengê xwe bilind bikin û peşî li dagirkerîyê bigrin.
Heyva Sor a Kurdistanê