Ji çapemenî û raya gîştî re,
Li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ji 23yê Sibatê û vir ve li herêmê erd diheje. Erdheja herî bi hêz roja 23’ê Sibatê saet navbera 08:53- 19:00’an li Herêma Xoy a Rojhilatê Kurdistanê bi pileya 5,9 pêk hat. Di erdheja yekê de li Elbaka Wanê 9 kes mirin, bi kêmanî 250 avahî û 300 axûr hilweşiyan, bi sedan mal jî ziyan ber ketin. Li Herêma Xoy a Rojhilatê Kurdistanê jî bi kêmanî 104 kes birîndar bûn. Li 44 gundan jî ziyanên pir mezin berketine, jiyan lê teviziye. Yek ji gundê herî zêde ziyan berketî gundê Gurerde yê 400 malbat lê dijîne. Li gel malên ku bi temamî bi erdê re bûne yek, dîsa hinek malên aliyek du aliyên wan hilweşiyane, dîwarên hilweşiyayî yên baxçe, dîwar qelişîne, banên avahiyan, pencereyên şikestî bi vekirî dixuyên. Gundên ku erd lê hejiyane hê jî berf lê dibarin û mercên jiyanê zehemte. Ji ber erdhejên nû gel nikarin bikevin avahiyan û tevî sermaya zêde li derve dimînin.
Em wek Heyva Sor a Kurdistanê a ku 28 sal in bênavber alîkariyê digihêjîne mexdûr û hewcedarên li her devera Kurdistanê, di serî de ji kesên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan rehma Xwedê, ji malbat û xizmên wan re sersaxî dixwezin. Ji birîndaran re jî daxwaza şîfa xêrê dikin.
Heyva Sor a Kurdistanê biryar da ku alîkariyê bi gelê me yê ji ber erdhejê mexdûr bûye bike.
Em bang li Kurdistanî û dostên li Ewropayê û hemû welatparêzan dikin ku bi berpirsyarî nêzî alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê bibin û wezîfeya xwe ya însanî pêk bînin, bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê destê alîkariyê dirêj bikin.
Heyva Sor a Kurdistanê e.V.
25.02.2020
Armanca Alîkariyê : Erdheja Xoy û Elbak’ê
(Li gorî biryara ADD saziya Heyva Sor a Kurdistanê li herêma Rheinland-Pfalzê nikare alîkariyê kom bike)
-
-
-
-
-
-
-
-
-
ANF Images -
ANF Images -
ANF Images -
ANF Images -
ANF Images -
ANF Images -
ANF Images -
ANF Images -
ANF Images -
ANF Images -
ANF Images -
ANF Images