Nuha li Rojavayî Kurdistanê du tiştê dijberî hev bi hev re dijîn; li alîkî azadî li aliyê din jî êrîşên dijî mirovatî.
Ev çend heyv çêbû ku gelê me li Rojava, ji bin nîrê zilm û zordestiya dewleta Suriyê derket û kete qonaxa despêka jiyanek xweser û jiyanek azad, kete qonaxek dîrokî û hemdemî.
Gelê me gav bi gav jiyana azad team kir, lê herkes wê nikaribe vê jiyanê baş nas bike û rûmeta wê bizanibe, encex ê ku ji bo vê jiyanê xwîn û xwêdan û ked dabe û di vê qonaxê de nuha team dike, dê bikaribe baş nas bike, qedrê wê bigre û asta rêjeya şêrîniya vê lezetê bizanibe.
Bê şik û gûman, mirov dikare hema rasterast bêje, gelê me yê welatparêz, yê li her çar perçeyî û yê li her deverekî cîhanê, bi vê deskeftiya gelê me yê Rojava kêfxweş bûn, bi her awayî; madî-manewî piştgirî kir an jî xwest bike û hîn jî vê helwesta xwe ya hêja ya niştimanperwerî, netewayî û mirovatî di domîne.
Lê mixabin û dîsa sed heyf û mixabin, yên ku ji vê deskeftiya hêja û bi rûmet a gelê me, gelek ne razîne û nerihet bûne jî hene. Bêgûman di serî de Dewleta Tirka heye ku vê siyaseta xerab a dijî mirovatiyê li ser gelê me bi giştî û li Rojava jî bi taybetî dide meşandin. Hilbet dewleta Receb, desteka kevneperestiya herêmê û ya cîhanê jî daye pişt xwe û bi qebedayîtî êrîşê dajo ser deskeftî, hêjayî û rûmetên gelê me. Di vê navbêrê de ya herî balkêş ya ku em pirtir gazinda û rexneya lê bike ne yekbûniya xurt a Kurda ye, eha ya ku dewleta Tirka curet jê digre û hêviyê ji hêzên derve pirtir jê dike ev e; heta hinek kes û hêzên Kurd jî, mixabin xwe xistine xizmeta siyaseta Receb.
Li vira jî, karê Heyva Sor a Kurdistanê, weke ji despê ve heta nuha, dîsa divê alîkariya mirovatiyê bigihêne kes û malbatên mexdûr û hewcedar ên vê herêma Kurdistanê jî, jixwe dike, lê divê hê xurtir bike. Weke tê zanîn, dewleta Tirka ji mêj ve sînor û derî li ser gelê me asê kirine, alîkarî nikare di vî alî re, di ser sînorê Tirkiyeyê re biçe.
Lê mixabin qasî ku agahî heye, deriyê sînorên Başûr jî hatiye girtin, eha yê ku mirova pirtir teşîne ev helwest e. Bê gûman him rexne û him hêvî û him jî bang a her Kurdekî welatparêz dê bi xurtî ji Rêvebriya Federeya Başûr ra hebe ku, divê zûtirîn wext van sînoran li gelê xwe veke.
Şiroveya vê helwestê bi rengekî cuda nabe, ji ber ku gelê me li Rojava tengasiyek mezin dikişîne; ne bi tenê êrîşên siyasî û leşkerî yên dewleta Tirka li ser gelê me heye, gel tengasiya giran a xwarin û vexwarinê jî dikişîne, pirsgrêkên tenduristiyê gihiytiye asta bilind. Bi kurtayî li Rojava jiyan, di bin xeteriya giran de ye.
Divê her kes û hêzên xwe mirovperwer û demokrat dibîne, hewar û gazî û banga gelê me yê Rojava jî bibîne, guhê xwe li vê banga mirovatiyê ya gelê Kurd ê azadixwaz û demokrat negre!
Her alî, her kes û her hêz, divê helwesta xwe eşkere û zelal deyne meydanê, raxe ber çavan; li gel azadî û mirovatiyê ye an jî li gel zilm û zordariyê ye? Bangewaziya me jî bi ya gelê me yê ROJAVA re ye!
Fermo her kes destê alîkariya mirovatiyê dirêjî hewara gelê me yê Rojava bike!
Ahmed Aktaş