NAVENDA NÛÇEYAN – Heyva Sor a Kurdistanê cejna tevahî gelê Kurdistanê pîroz kir û ji bo fitre û zekatên ku gelê kurd yên ku li Ewrûpa ji bo gelê Kobanê veqetandînn spasi û kêxweşiya xwe ragihand. Her wiha Heyva Sor diyar kir ku fitre û zekatên ku gel ji bo Kobanê şandine di demek herî kurt de wê ji bo Kobanê were şandin.
Heyva Sor a Kurdistanê bi boneya cejna remezanê, cejna tevahî gelê Kurdistanê pîroz kir. Her wiha ji bo fitre û zekatên ku gelê Kurd yên li Ewrupa jiyan dikin, ji bo Kobanê veqetandine daxuyinek dan. Di daxuyaniyê de diyar kirin wê di demek herî kurt de alikariya hatiye komkirin bişinin Kobanê.
Daxuyaniya Heyva Sor a Kurdistanê wiha ye: ey”Kurdên Ewrûpa Fitre û Zekatên xwe ji bo Kobanê şandin. Ji ber zor û zehmetiyên ku di encama êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê de rû da ne, Kurdistaniyên li Ewrûpayê îsal jî, Fitre û Zekatên xwe ji bo welatiyên Kobanê veqetandin.
Alîkariya ku Kurdên Ewrûpa radestî Heyva Sor a Kurdistanê kirine, wê de zûtirîn dem de bighêjin gelê Kobanê..
Bi boneya Meha Remazanê ya Pîroz Heyva Sor a Kurdistanê bang li Kurdistaniyên Ewrûpayê kiribû daku Fitre û Zekatên xwe yên îsal ji bo welatiyên Kobanê veqetîn.
Di derbarê mijarê de, rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê bi daxuyaniyekê Cejna Remezanê li gelê Kurdistanê û cîhana Îslamî pîroz kir û ragihand ku Kurdên Ewrûpa bi hestiyareke mezin bersiv dane banga wan.
Di daxuyaniyê de tê gotin, bawermendên Kurd yên li gorî rastiya ola Îslamê tevgeriyan e, alîkariyên Fitre û Zekatên xwe, ji bo bişine Kobanê radestî Heyva Sor a Kurdistanê kirin.
Rêveberiya Heyva Sor da zanîn ku nirxên hatine berhevkirin, di zûtirîn dem de wê bişînin Kobanê û ragihand ku ew ê encaman bi raya giştî re parve bike.
Herî dawî Heyva Sor a Kurdistanê malavahiya bawermendên Kurd yên Ewrûpayê kir û ji wan xwest ku bi heman hestiyariyê alîkariyên Cejna Qurbanê ya îsal jî ji bo gelê Rojava veqetînin.
anha