Dewletên dagirker ên li Kurdistanê her tim bi komkujî, zext, zordarî û înkarê bersivê didin daxwazên mafdar ên gelê Kurd. Ji ber ku ew dudilî nabin ku van komkujîyan li dijî kurdên ku li koçber bûne jî dimeşînin. Di van komkujîyên ku bi dehan sal in li Kurdistanê û li sirgûnê berdewam dikin, bi deh hezaran Kurdan jiyana xwe ji dest dan, malbat, jin û sêwî li dû xwe hiştin.
Li Bakurê Kurdistanê, dewleta Tirk komkujiyên li Roboskî, Cizîr, Silopiya, Sûr, Şirnex, Hezex, Pîrsûs û gelek deverên din, her wiha li ser girtiyên ku di girtîgehan de weke xwekuştinê tên qetilkirin û girtiyên nexweş ji ber nebûna dermankirinê jiyana xwe ji destdidin. Li Başûrê Kurdistanê dewleta Tirk û DAIŞ’ê li herêmên weke Şengal, Mexmûr, Zaxo, Dihok û Silêmaniyê komkujî pêk anîn û heta niha jî berdewam dikin. Komkujî û êrîşên dewleta Tirk, DAIŞ û çeteyên girêdayî wê li ser Rojavayê Kurdistanê bi salan e berdewam dikin. Komkujî û bidarvekirinên dewleta Îranê yên li Rojhilatê Kurdistanê bi dehan sal in ku li ser Kurdan tê meşandin. Êrîş û komkujîyên li dijî Kurdên li sirgûnê dijîn jî weke 2 komkujiyên li Parîsê li dijî Kurdan pêk hatin, dewam dikin.
Saziya me ya xêrxwazî ya Heyva Sor a Kurdistanê xwedîderketina li malbat û zarokên sêwî yên ku di encama van komkujiyan de bûne mexdûr weke erkekî mirovî û exlaqî dibîne û li gel saziyên din ên alîkariyê yên Kurd ên li Ewrûpayê ji bo malbatên bûne mexdûrên komkujîyan kampanyaya alîkariyê da destpêkirin.
Li ser vê bingehê; banga me ji bo hemû xêrxwazan, Kurdistaniyên li derve û dostên wan; xwedîderketina li malbat û zarokên sêwî erkekî mirovî û exlaqî bibînin û bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê destê xwe yê alîkariyê dirêjî malbat û zarokên sêwî yên ku bûne mexdurên komkujî u koçberiyê, bikin.
HEYVA SOR A KURDISTANÊ e.V
Armanca alîkarî şandinê: MEXDURÊN KOMKUJÎYAN
(Li gorî biryara ADD saziya Heyva Sor a Kurdistanê li herêma Rheinland-Pfalzê nikare alîkariyê kom bike)
paypal.me/heyvasorakurdistane













