Li hemberî belavbûna vîrûsa Koronayê, em bi Kurdistaniyên muhtac re bibin malbatên xwişk û bira!
Ji ber felaketa vîrûsa Koronayê, li tevahiya cîhanê rewşeke awarte hatiye ragihandin.
Li Kurdistanê jî ji ber siyasetên cihêkar ên hêzên serdest, bi sed hezaran mirov bê kar têne hiştin û ev yek bandor li jiyana bi mîlyonan kesî dike.
Bi taybet jî talûkeya li ser jiyana bi deh hezaran mirovên li zindanên dewleta Tirk pir zêde ye.
Ji bilî vê, rewşa li deverên dagirkirî ango Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jî hê kambaxtir e.
Bi sed hezaran kesên ji ber êrişan ji cih û warên xwe bûne, ne xwedî wan derfetan e ku xwe li hemberî belavbûna vîrûsê biparêzin.
Heman zor û zehmetî li Rojhilatê Kurdistanê, herêma Şengal û wargeha Mexmûrê ya dorpêçkirî jî eşkere ye.
Ji ber vê metirsiya mezin a li hemberî belavbûna vîrûsa Koronayê, Heyva Sor a Kurdistanê xwedî derketina li mirovên muhtac weke pêwîstî û erka exlaqî dibîne.
Ji bo em bi hev re van rojên zor û zehmet derbas bikin û jiyana gelê xwe ê muhtaç biparêzin, em Kampanya Malbatên Xwişk û Bira radighînin.
Şertên kampanya me wiha ne:
1- Ji bo her malbateke muhtac, tevahiya 3 mehan her mehê 100 euro alîkarî were şandin.
2- Kesên bibin xwedî malbatên xwişk û biran, dikarin bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê, agahiyên malbatên muhtac bidest bixin.
3-Kurdistaniyên li derveyî welat, hem dikarin bi xwe û hem jî eger bixwazin dikarin bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyê bighînin malbatên xwe ên xwişk û bira.
Heyva Sor a Kurdistanê
(Li gorî biryara ADD saziya Heyva Sor a Kurdistanê li herêma Rheinland-Pfalzê nikare alîkariyê kom bike)