FITRE Û ZIKATÊN XWE JI BO KESÊN HEWCEDAR LI KURDISTANÊ BIŞÎNIN!
Welatiyên hêja,
Bi hatine meha pîroz a Remezanê, ferze li ser her kesê bawermend ku mirovên hewcedar bîne bîra xwe.
Lewma dirêjkirina destê alîkariyê ji bo wan, erka me a mirovî, wijdanî û exlaqî ye.
Weke tê zanîn,
Li Kurdistanê bi sed hezaran kes ji ber êriş û cihêkariyê, ji cih û warên xwe bûne û di nava şertên giran de hewl didin debara xwe a jiyanî bikin.
Bi taybet kesên mexdûr û bê kar.
Ji bo em hêvî û bendewariya mirovên muhtac bicih bînin,
Birînên malwêraniyê derman bikin,
Û nehêlin mirovên me bibin mehkûme vê rewşa kambax,
Werin em dest bidin hev û bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê , Fitre û Zikatên xwe bighînin kesên hewcedar li Kurdistanê.
FITRE: 10 Euro
Armanca alîkari şandinê: FITRE Û ZIKAT
(Li gorî biryara ADD saziya Heyva Sor a Kurdistanê li herêma Rheinland-Pfalz nikare alîkariyê kom bike)
















































