FITIR Û ZIKATÊN XWE JI BO KESÊN MUHTAC LI KURDISTANÊ BIŞÎNIN !
Alîkarxwazên hêja,
Di vê meha pîroz a Remezanê de erka me ya mirovî ew e ku em destê alîkariyê ji bo muhtac û hewcedaran bi ti awayî ji bîr nekin.
Li Kurdistanê bi sed hezaran kes ji ber êrişan ji cih û warên xwe bûne, ji ber siyasetên cihêkar ên hêzên serdest bi sed hezaran mirov bê kar hatine hiştin û muhtacî alikariyê bûne. Her wiha ji ber tevdîren Şewba Corona gelek kes bê kar mane.
Ji bo em hêvî û bendewariya xelkê xwe yê muhtac bicih bînin û birînên malwêraniyê derman bikin.
Ji bo em erka xwe ya meha Remezana pîroz bicih bînin, werin em dest bidin hev û nehêlin mirovên me bibin mehkûme vê rewşê.
Hun dikarin bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê, Fitre û Zikatên xwe bighînin kesên muhtac li Kurdistanê.
FITIR: 10 Euro
(Li gorî biryara ADD saziya Heyva Sor a Kurdistanê li herêma Rheinland-Pfalzê nikare alîkariyê kom bike)