FITIR Û ZIKATÊN XWE SÊRÎDE JI BO GELÊ EFRÎNÊ Û HER WIHA JI BO GELÊ NISEBÎN, GEVER, SÛR, CIZÎR, ŞIRNEX, HEZEX Û SÎLOPYAYÊ BIŞÎNIN !
Alîkarxwazên hêja,
Di vê meha pîroz a Remezanê de erka me ya mirovî ew e ku em destê alîkariyê ji bo muhtac û hewcedaran bi ti awayî ji bîr nekin.
Sed hezaran welatîyên Efrînê yên ji ber êrîşên hovanê yên devleta tirk û çeteyên wê de koçber bune û di bin şert û mercên dijwar de ne, bi tenê nehêlin.
Li Bakurê Kurdistanê malwêranî û texrîbata ji ber êrişên dewleta Tirk a dagîrker bi deh hezaran kesê bê cih û war mane ji her demê zêdetir îro li benda alîkariyên me ne.
Ji bo em hêvî û bendewariya xelkê xwe yê muhtac bicih bînin û birînên malwêraniyê derman bikin.
Ji bo em erka xwe ya meha Remezana pîroz bicih bînin, werin em dest bidin hev û nehêlin mirovên me bibin mehkûme vê rewşê.
Hun dikarin bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê, Fitre û Zikatên xwe bighînin sed hezaran welatîyên Efrînê yên ji ber êrîşên devleta tirk û çeteyên wê de koçber bune û her wiha bi deh hezaran kesên li Nisêbîn, Gever, Sûr, Cizîr, Şirnex, Hezex û Silopyayê bê cih û war mane.
FITIR: 10 Euro
- ANF Images
- ANF Images
- ANF Images
- ANF Images
- ANF Images
- ANF Images