(Hat Nûve kirin)
Wek tê zanîn ji despêka sala 2020’an ve vîrûsa Korona (COVID-19) li cîhanê belav bû û bêtirî 155 mîlyon kesî vê nexweşiyê ket û bêtirî 3 mîlyon kesî jî ji ber vê nexweşiyê jiyanê xwe destdan.
Mîna gelek deverên cîhanê, li Rojava jî ev vîrûs belavdibe. Li Rojava, bi taybet ji ber şer û êrişên ku ev 10 salin dewam dikin, derfetên jiyanê û peydakirina alavên dermankirina û xweparastina ji vîrûsê kêm in. Di rewşa heyî de pêdiviya Rojava bi cîhazên bêhngirtinê zêde ye. Di tedawîya kesên ku nexweşîya vîrûsa Koronoyê dikevin de alava herî girîng cîhaza bêhngirtinê ye. Ev cîhazên bêhngirtinê neyên peydakirin hijmara kesên jîyana xwe dest bidin jî wê zêde bibe. Ji bo Rojava bi sedan cîhazên bêhngirtinê hewce dikin. Li gorî lêkolîna sazîya me bihayê cîhazekê bi tevî mesrefên şandinê derdora 25 hezar Euro ye.
Sazîya me ji bo peydakirina van cîhazan kampanyaya alîkariyê da destpêkirin.
Em jî weke Heyva Sor a Kurdistanê, bang li hemû alîkarxwazan dikin da ku li hemberî belavbuna Vîrûsa Koronayê, destekê bidin Rojava û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî.
Heyva Sor a Kurdistanê e.V.
Armanca alîkari şandinê: Rojava -Cîhaz
(Li gorî biryara ADD saziya Heyva Sor a Kurdistanê li herêma Rheinland-Pfalzê nikare alîkariyê kom bike)