Bi payîza sala 2015’an re, dewleta Tirk a êrişî navçeya Mûşê Gimgimê kir, di nava demeke kurt de navçeyên Bakurê Kurdistanê, Farqîn, Lice, Silopî, Sûr, Cîzre, Nisêbîn, Dêrik, Kerboran, Hezex û Gever wêran kir.
Di van êrişan de bi sedan sivîl hatin kuştin, bi hezaran mal hatin rûxandin û bi sed hezaran kes bê cih û war man.
Xelkê li cihê xwe mayî jî, dewleta Tirk bi birîna av, elektrîk û ambargoyan ew ceza kirin.
Armanca sereke a van êrişan, valakirina bajar û navçêyên Kurdistanê ji mirovan bû.
Xeleka dawî ya van êrişan bajarê Şirnex bû.
Êrişa li dijî vî bajarî 16’ê Adara sala 2016’an bi ragihandina qedexeya derketina derve destpêkir.
Piştî 8 mehan, qedexeya derketinê ya li Şirnexê heta radeyekê hat rakirin û bi vê yekê re encama malkambaxiya ku dewleta Tirk bi serê Şirnexê de anî, derket holê.
7 Tax û gelek kolanên Şirnexê bi temamî ji holê hatin rakirin. Mal û dikanên gel hatin wêrankirin û bi deh hezaran kes bûn mecbûrê jiyana koçberiyê. Bi ser de jî hukûmeta AKP ji bo jiyana Şirnexiyan hê zehmettir bike ya ji destê wê hat kir û hemû pêdiviyên jiyanî li ser wan birî. Tevî hat îdîakirin ku qedexeya derketinê li Şirnexê rabûye jî, lê di pêvajoya heyî de, li her devera bajêr dîmenên rewşa awarte tên dîtin. Êdî bi ti awayî mirvên Şirnexî nikarin jiyana xwe a rojane birêve bibin. Bi gotineke din mafê mijayê ji destê Şirnexiyan hat girtin û li cih û warên xwe bûn mehkûmê zilmê. Di serî de zarok û mirovên nexweş, hem bêjên ji sedî 90 xelkê Şirnexê bi pirsgirêkên derûnî re rû bi rû man.
Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan li Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe a Sibata 2017’an de bi van gotinan bal kişandibû ser binpêkirina mafê mirovan;
Tîrmeha sala 2015’an û bi taybet piştî ku rewşa agirbestê bidawî bû, hêzên leşkerî yên dewleta Tirk li herêma Başûr-rojhilat ango bajarên Kurd lê dijîn êriş zêde kirin. Di encamê de gelek dever hatin wêrankirin, însan hatin kuştin û mafên wan di asteke bilind de hatin binpêkirin.
Ji ber operasyonên dewleta Tirk di navbera Tîrmeha 2015’an û Kanûna 2016’an de ji 355 hezar heta 500 hezar kes cih û warên xwe bûn. Her wiha piraniyan wan sivîl nêzî 2000 kesî jiyana xwe ji dest da.
Komîseriyê di rapora xwe de bi bîr xist ku wan ji Gulana 2016’an ve daxwaz kirin ku şandeyeke serbixwe a Neteweyên Yekbûyî li herêmên wêrankirî lêkolînan pêk bîne, lê ev daxwaza heta Sibata 2017’an ji aliyê rayedarên dewleta Tirk ve hat redkirin.
Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan diyar kir wan rapora xwe li gorî xebatên ku komên wan ên ji dûr ve lêkolîn kirine û agahî bidest xistine amade kiriye. Ev agahiyên mijara gotinê jî ji mexdûr, şahid û qurbaniyên êrişan, her wiha ji rêxistinên civaka sivîl hatine bidestxistin.
Rapor bi rêya wêne, deng û wêneyên peykên azmanî hat piştrastkirin.
Li hemberî van encamên kambax, Adar sala 2016’an li derveyî Kurdistanê, projeya Malbatên Xwişk û Bira wek pêdiviyeke lezgîn derket holê.
Di çarçoveya vê projeyê de, ji bo malbatên bê xwedî, destê alîkariya madî, civakî û derûnî hat pêşkêşkirin. Lewma bi qasî alîkariya madî, çareserkirina pirsgirêkên civakî jî esas hat girtin.
Bi vê kampanyayê de, pêwendiya di navbera malbatên muhtac û kesên li derveyî welat pêwendiyek ku xwe dispêre rihê xwişk û biratiyê pêş ket.
Ji ber bandora wê ya erênî, niha ji bo xelkê Şirnexê kampanyayek bi heman wayî tê birêxistinkirin.
Wê ji bo hezar malbatên Şirnexî yên muhtac, nexweş û mnexdûrê şer, alîkarî were pêşkêşkirin.
Di çarçoveya kampanyayê de, wê li gel desteka madî, her wiha wê pêşxistina pêwendiyên mirovahî jî were bihêzkirin.
Li ser esasê van rastiyan hun jî bibin endamek vê kampanyayê û di van rojên zor û zehmet de, bibin xwişk û birayên xelkê Şinexê.
Ji bo beşdarîya vê kampanyayê şert û mercên wiha ne:
• Alîkariya madî divê herî hindik 150 Euro be. Malbatên rewşa wan ne guncan, dikarin bibin yek û bi hev re vê alîkariyê bikin. Ev alîkarî pêwîste herî hindik salekê bidome. Yên bixwazin jî dikarin piştî salekê jî berdewam bikin.
• Divê hûn bi destê xwe alîkariya xwe bişînin. Ji bo yên ev derfetên wan kêm in, Heyva Sor a Kurdistanê destekê dide.
• Ji bilî alîkariya madî, her wiha pêwîst e bi malbatên mexdûr re têkiliya mirovî were pêşxistin, bi wan re hevdîtin werin kirin û derfet hebe ev malbat werin ziyaretkirin.
Ji bo beşdariya projeyê agahiyên têkilîdanînê wiha ne:
________________________________________
Almanya / Germany / Deutschland
Heyva Sor a Kurdistanê e. V.
Wilhelmstr. 12
53840 Troisdorf
Tel.: +49 (0) 2241 975 25 83
+49 (0) 2241 975 25 85
Fax: +49 (0) 2241 975 25 84
E-mail: heyvasor@web.de
www.heyvasor.com
________________________________________
Frankreich /Fransa / France
Le Croissant Rouge du Kurdistan (Heyva Sor a Kurdistanê)
46 Rue Joseph henaff– Drancy- Paris
Tel: 00 33 (0) 689 692 549
www.heyvasor.fr
________________________________________
Holanda / Niederlande / Hollanda / Netherlands
Stichting Koerdische Rode Halve Maan (Heyva Sor a Kurdistanê)
Bokelweg 82, 3125 AD Schiedam
Tel: 0031 626 26 38 78
www.stichtingkrhm.nl
________________________________________
Switzerland / İsviçre / Swîsre / Schweiz
Kurdistan Rote Halbmond Schweiz – Croissant Rouge du Kurdistan Suisse (Heyva Sor a Kurdistanê Swîsre)
Passage de Montriond 3-5 1006 Lausanne
Tel: +41-798635044
E-mail: info@heyvasor.ch
http://www.heyvasor.ch
________________________________________
Swêd / Sweden / Schweden / İsveç / Sverige
Kurdiska Röda Solen ( Roja Sor a Kurdistanê)
Ankdammsgaten 33, 171 67 Solna
Tel.: +46 827 36 85
Fax: +46 827 33 26
Email: info@rodasolen.se
www.rodasolen.se
________________________________________
Avûstirya / Österreich / Avusturya / Austria
Roja Sor a Kurdistanê
Jurek Gasse 26 / 1150 Wien
Tel: 00 43 (0) 676 9126884
www.rojasor.at
________________________________________
Dänmark / Danimarka / Danîmark / Denmark
Støtteforeningen Mesopotamiens Sol – Komela Alîkariyê ya Roja Mezopotamya
Retortvej 45 1th 2500 Valby
Tel: 0045 33 22 89 98
________________________________________
England / İngiltere / Inglîstan
Kurdish Red Moon (Heyva Sor a Kurdistanê)
Fairfax Hall 11 Portland Gardens London N4 IHU
Tel: +44 783 389 78 98
http://www.heyvasor.org.uk
________________________________________
Norvêc / Norveç / Norwegen / Norway
Kurdiske Røde Halvmåne Norge (Heyva Sor a Kurdistanê)
Hausmanns gate 6 0186 Oslo
Tel: 0047 98 46 33 28
________________________________________
Îtalya / Italy / Italien / Italia
Mezzaluna Rossa Kurdistan Italia Onlus (Heyva Sor a Kurdistanê)
Via della cherardesca 4 Livorno
Tel: 0039 339 339 31 30
E-mail: mezzalunarossacurda@gmail.com
www.mezzalunarossakurdistan.org
________________________________________
Belçîka / Belgium / Belgien / Belgique / België
ASBL Croissant Rouge du Kurdistan-
Koerdische Rode Halve Mann VZW (Heyva Sor a Kurdistanê)
Rue Artur Maes 171 1130 Bruxelles
Tel: +32-487 569 059
________________________________________
Japonya / Japan / 日本
Kurdistan Red Moon – Heyva Sor a Kurdistanê – ( クルディスタン 赤月)
Saitama ken kawaguchi shi shiba shinmachi 8-22 Sanko build 501
( 埼玉県川口市芝新町8ー22 三幸ビル 501)
Tlf: +81 90 2149 9979
https://www.facebook.com/Heyva.Sor
________________________________________
Kanada / Canada
Anatolia Cultural Foundation
3701 Chesswood Drive Unit #308
Toronto Ontario M3J 2P6
Office: (647) 799-4010
Toll Free Number: (877) 354-7225
Fax Number: (877) 363-2936
Email: contact@acfcharity.com
www.acfcharity.com
(Li gorî biryara ADD saziya Heyva Sor a Kurdistanê li herêma Rheinland-Pfalzê nikare alîkariyê kom bike)