RIHA 07.12.2014 11:35:50
Heyva Sor a Kurdistanê, pêdiviyên ji bo zivistanê jî di nav de alîkariya barê 6 TIR’an ji Kobaniyên neçar man koç bikin re şand.
Heyva Sor a Kurdistanê, ku navenda wê li eyaleta Nordrhein Westfalen e, kampanya xwe ya ji bo destekdayîna Kobanê û Şengalê bênavber dewam dike. Ji bo Kobaniyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê neçar man koçî Pirsûsê bikin, Heyva Sor a Kurdistanê, kon, kinc, pêlav û sobe jî di nav de barê 6 TIR’an alîkarî şand.
Kon, li nêzî gundê Kulunçê hat danîn ku li vê derê Şaredariya Pirsûsê ji bo 10 hezar Kobaniyan wargeheke ji konan çêdike. Kel û melên din ên alîkariyê jî li depoya alîkariyê ya Xeraja Şaredariyê hatin bicihkirin. Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP’ê û endamê Koordînasyona Navenda Rojava û Şengalê Huseyîn Yilmaz der barê alîkariyan de agahî da û da zanîn ku wan heta niha li navenda Pirsûsê 5 wargehên ji konan ava kirine, niha jî wargeheke din çêdikin. Yilmaz agihand ku piraniya pêwîstiyên xwarin û kincan ên Kobaniyan niha ji aliyê Heyva Sor a Kurdistanê, Şaredariyên DBP’yî û mirovên hestyar ve tê dayîn.
Yilmaz da xuyakirin, ku ji bo gelên Kobanê û Şengalê bi pêşengiya HDP, DBP û KCD’ê ew bi ruhê seferberiyê dixebitin û got, “Em ji bo Kobaniyan wargeheke nû ya ji konan çêdikin. Em ê bi hezar 200 konên Heyva Sor a Kurdistanê aniye re vê wargehê çêbikin. Çiqas dewlet astengiyan derdixîne jî em di çarçoveya alîkariyan de xebatên xwe dimeşînin û em ê van xebatên xwe dewam bikin.”
ANF