25.09.2015
Saziyên Alîkariyên Mirovahî Heyva Sor a Kurdistanê û Civaka Îslamî a Kurdistanê bi rasthatina Cejna Qurbanê alîkarî li welatiyên Rojava û Çiyayê Şengalê belav kir.
Xelkên Kobanê, Hesekê, Girê Sipî, Til Temir, Şengal û Wargehên Roj û Newroz ji ber alîkariyên dane wan malavahiya Heyva Sor a Kurdistanê û Civaka Îslamî a Kurdistanê kirin.
Bi rasthatina Cejna Qurbanê Heyva Sor a Kurdistanê û Civaka Îslamî a Kurdistanê alîkariyên ku îsal ji aliyê Kurdên Ewrûpayê ve hatin Heyva sor a Kurdistanê00
berhevkirin, li herêmên Rojava û Çiyayê Şengalê bi rêya saziya mirovahî ya Rojava Heyva Sor a Kurd belav kirin.
Bi vê armancê herdû saziyan bi buhayê 360 hezar Euro ango nêzî 160 mîlyon lîreyên Sûriye 2 hezar û 400 qurban dan welatiyên Kantona Kobanê, Girê Sipî, Hesekê, Til Temir, Çiyayê Şengalê û wargehên penaberan yên Roj û Newroz ên li bajarê Dêrikê.
Ji danê sibê ve xebatkarên Saziya Heyva Sor a Kurd navend bi navend geriyan û alîkariyên qurbanê li welatiyan belav kirin.
Heyva Sor û Cîvaka Îslamî a Kurdistanê dema belavkirina qurbanan cihêkarî nexistin navbera welatiyên Kurd û Ereb.
Bi deh hezaran kesên ku ji alîkariyên qurbanê sûd wergirtin kêfxweşiya xwe anî ziman û malavahiya Heyva Sor a Kurdistanê û Civaka Îslamî a Kurdistanê kirin.Heyva sor a Kurdistanê3
Rêveberên Meclîsa Kurdên Êzdî li Çiyayê Şengalê jî dema wergirtina alîkariyan anîn ziman ku Heyva Sor a Kurdistanê ne cara yekemîn ku destê alîkariyê dirêjî wan dike û bibîr xistin ku ji destpêka dagirkirina Şengalê ve Heyva Sor hemû derfetên xwe ji wan bikar aniye.
Endamên Şandeya Heyva Sor a Kurdistanê û Civaka Îslamî a Kurdistanê ku ji bo alîkariya qurbanan hatine Rojava diyar kirin ku ew ê di demên pêş de jî hewldanên xwe yên alîkariya ji bo Rojava û Şengalê dewam bikin.
(he)
ANHA