Di 3ê tebaxa 2014an de rêxistina terorê ya binavê DAIŞ li herêma Şengalê êrîşî gelê Kurd yê Êzdî kir.
Di vê êrîşa hovane de, bi sedan Kurdên Şengalê hatin kuştin, jinên Kurd hatin revandin, malên wan hatin talankirin û bi deh hezaran Kurdên Êzdî ji cih û warên xwe hatin derxistin.
Zarok, jin, pîr û kal jî di nav de, bi deh hezaran Kurdên Êzdî ji neçarî berê xwe dane Çiyayê Şengalê.
Ji ber tinebûna av û xwarinê bi dehan zarokan jiyana xwe ji dest dan.
Ji ber vê çendê beşek mezin ji van mirovên koçber bûne, hê jî nebûne xwedî cihe û warên ku karibin xwe parîyek nan lê bixwin.
Gelek ji wan bi hêviya ku bibin xwediyê jiyanek aram, li ser rêyên koçberiyê şerpeze û perîşan dibin.
Bi sedan kes ji wan li ser rêyên koçberiyê, li şûna jiyanê rastî mirinê hatin.
Piştî 15 mehan ango 13’ê Mijdar 2015’an Şengal ji rêxistina terorê DAIŞê hat rizgarkirin.
Di encama dagirkeriyê de bajara Şengalê hate wêrankirin û gelek avahî jî hatin hilweşandin.
Ji ber vê rewşa trajîk, pêwîstiya Êzdiyên Şengalê bi alîkariyê heye.
Xwedîderketina li xelkê Şengalê, erka mirovî û exlaqî ye.
Em wek Heyva Sor a Kurdistanê bang li Kurdên Ewrûpayê dikin da ku bi rihê seferberiyê xwedî li xelkê Şengalê derkevin û destê alîkariyê direjî wan bikin.