Em bi hewara gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ve biçin !
Alîkarixwazên hêja,
Ji ber barîna barana zêde li gelek deverên Rojhilatê Kurdîstanê lehî rabû ye. Bi rabûna lehiyê gelek bajar, navçe û gund bin avê de man e. Ji ber dijwariya lehîyê, gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûn e. Ji ber dijwarîya lehîyê bi gelek deveran re tekîlî qût bûye û hijmara mirî û birîndaran hêj jî zelal nîne.
Heman demê de bi deh hezaran xanî û avahî jî wêran bûn e. Niha bi mîlyonan mîrov lî Rojhilatê Kurdistanê di bin rewşeke xeter de ne û ji bo hemû pêdivîyên jiyanê benda alîkariyê ne.
Wek saziya alîkariya mirovahî Heyva Sor a Kurdistanê, ji kêliya pêşî ya lehîyê, komên me ên xebat ketin nava tevgerê.
Ji ber pirsgirêkên rê, Heyva Sor a Kurdistanê tenê alîkariya madî berhev dike û wê li cih pêwesîtiyên gel pêk bîne. Li gorî vê, ji bo bicihanîna pêdiviyên mîna xwarin, kon, betanî û pêwesîtiyên jiyanê, xebatên Heyva Sor a Kurdistanê destpê bikin.
Di rewşa heyî de Heyva Sor a Kurdistanê di demeke nêz de wê pêdiviyên van malbatan ku pêwîstiya wan bi alîkariya lezgîn heye bicih bîne.
Ji bo gelê me ê li Rojhilatê Kurdistanê, Heyva Sor a Kurdistanê wê berpirsiyariyên xwe pêk bîne.
Li ser vî esasî banga me ji bo Karsaz û Kurdistaniyên li Ewrûpayê û dostên wan heye ku destekê bidin gelê Rojhilatê Kurdistanê û bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyê madî bighînin malbatên muhtac.
(Li gorî biryara ADD saziya Heyva Sor a Kurdistanê li herêma Rheinland-Pfalz nikare alîkariyê kom bike)
Armanc: Ji bo Rojhilate Kurdistane










