JI BO ROJAVA KAMPANYAYA ALÎKARÎYÊ A LEZGÎN JI ALÎ KOMELÊN Û SAZÎYÊN ALÎKARÎYÊ YÊN KURDISTANÎ YÊN EWRÛPAYÊ
Me, Sazîyên û Komelên Kurdistanî yên Ewrûpayê, ji 300 000 € û 100 kg zêdetir dermanên ku me kampanyaya berê de komkiribû, gelê me re hatibû şandin.
Lêbelê gelê me yî Rojava, ji ber girtina dêrîyên sînor û ji ber rewşên giran yên zivistanê de nav rojên dijwar de dijî. Ji bo van yekan gelê me yî Rojava re bilezgînî zedetir alîkarî hewce dike. Heyva Sor a Kurdistanê heyetek şandîye Rojava û pêdivîyên gelê me tespîtkir ye. Ji van pêdivîyan de bilezgînî pere, derman û malzemên nexweşxana derdikeve peş. Ji ber vê yekê kampanyaya me bigiranî ser van pêdivîyan te meşandin.
Ev kampanyaya me ye ku careke din hatiye destpêkirin weke berê tev Sazî, Komel û Weqfên alîkarîyê yên Kurdistanî yên Ewrûpayê ve ji bingeha projeyên hevpar te meşandin. Ev Komel û Weqf evna ne; Fransa Crossant Rouge Kurde, Hollanda Koerdiesche Rode Halve Maan, Swîsre Heyva Sor a Kurdistanê, Swêd Kurdiska Röde Halvmanen, Avusturya Roja Sor a Kurdistanê, Belçika Koerdiche Rode Halve Maan, Îngîlîztan Kurdish Red Moon, Denîmark Stöttenforeningen Mesopotamians Sol´ .
Heyva Sor a Kurdistanê, ji bo alîkarîyên we dema xwe de bigehşin cîhê xwe amadeyîya xwe kirye û benda alîkarîya we ye.
Komel û Sazîyên alîkarîyê yên Ewrûpayê yên jorê de navê wan hatiyê nivîsandin, tev saziyên ku Rojava de nû hatine avakirin Heyva Sor a Kurd û Konseya Alîkariya Însanî ve xebat dikin. Alîkarîya ku em dişinîn bi destê van sazîyên me va te belavkirin.
Em hemû gelê me û alîkarîxwaza re bang dikin ji bo tevlibûna vê kampanyaya însanî bibin. Ji naha ve ji bo alîkarîyên we bi navê Komel û Weqfên alîkarîyê yên Ewrûpayê em we re spas dikin.