Efrîn ku piraniya şêniyên wê Kurd, yek ji bajarên herî aram û ewle li Sûrî bû.
Tevî derfetên xwe ên kêm jî, Efrîn himbêza xwe ji bo sed hezaran koçberên Sûrî re vekir û xwedî li wan derket. Bajarê Efrînê ku beriya şer hejamara şêniyên wê 400 hezar bû, di nava 2 salan de ev hejmar gihîşte mîlyonekî.
Tevî hemû zor û zehmetiyan jî, hemû pêkhateyên li Efrînê bûn xwedî jiyaneke hevpar û aram. Di van rojên ku mirovahî li benda bidawîbûna şer û aloziyan bû, dewleta Tirk û çeteyên wê di 20’ê Çile’yê 2018’de bi armanca dagirkirin û herêm bi temamî ji sivîlan were valakirin bi hev re êrişî Efrînê kirin.
Dewleta Tirk li dijî daxwazên Efrîniyan ên aştî û demokrasiyê bersiva dagirkeriyê dide. Bêdengiya welatên din jî erêkirina van êrişan e.
Dewleta Tirk û çeteyên wê ne exlaq û ne jî pîvanên şer nas dikin. Li Efrînê jin, zarok, kal û pîr jî di navê de sivîlan kirin hedef. Bi bombekirina deverên sivîlan ewlehiya can û malên sivîlan hate tinekirin. Xanî, avahî, mizgeft,nexweşxane, bendav, kampên penabaran alîyê dewlata tirk ve hate hedef girtin bombebaran kirin, hemû mal û mûlkên welatîyên Efrînê tê dizîn û talan kirin.
Di nava 2 mehan de ji nav de zarok, jin û kal bêtirî 500 kesên sivîl ketlkirin û bêtirî 1000 kes jî birindar kirin. Ji ber dagirkirina Efrînê sed hezaran welatîyên Efrînê ber êrişên hovane neçar man û koçber bun û niha li hêrama şehbayê de di bin şert û mercên dijwar de dijîn.
Saziya me Heyva Sor a Kurdistanê ji bo gelê Efrînê berî niha kampanyeke mezin dabû destpê kirin. Alikarîyên vê kampanyayê de hatibê komkirin ji bo peydakirina derman, alavên tenduristîyê û cîhazên nexweşxaneyan hate bikaranîn.
Ji ber rewşa sed hezaran gelê Efrînê yên ku ber erîşên dewlata tirk û çeteyên wê koçber bûnê dive bi lezgînê ji bo pêdivîyên jiyanî alikarî were kirin.
Em, gelê xwe yê Efrînê yên ji ber êrîşên hovanê yên devleta tirk û çeteyên wê de koçber bune bi tenê nehêlin. Hûn alîkariyên xwe, dikarin bilez, bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê, ji gelê me re bişînin.
Derbarê mijarê de, rêveberiya saziya me Heyva Sor a Kurdistanê biryar da ku ew ê li seranserê welatên Ewrûpa, Skandînavya, Japan, Amerîka, Awûstiralya û Kanada’yê xebatên berhevkirina alîkariya madî birêve bibin.
Em weke Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê, ji tevahiya saziyên Kurd yên li Ewrûpayê dixwazin ku destekê bidin kampanyaya me.
Di heman demê de, çawa ku Kurdistaniyên li Ewrûpayê bi hestiyarî û berpirsiyariyeke mezin beşdarî kampanyayên alîkariya ji bo Kobanê, Şengal û deverên Bakûrê Kurdistanê yên ku dewlete tirk wêran kiribû bûn, divê bi heman awayî gelê Efrînê xwedî derkevin.
Divê hemû Kurdistanî û dostên wan xwedîderketina li Efrînê weke erkeke exlaqî bibinin.
Li ser vî esasî, em bang li gelê me dikin ku hemû derfetên xwe ji bo gelê Efrînê bikar bînin û destê alîkariyê dirêjî wan bikin.
HEYVA SOR A KURDISTANÊ
(Li gorî biryara ADD saziya Heyva Sor a Kurdistanê li herêma Rheinland-Pfalzê nikare alîkariyê kom bike)
- ANF Images
- ANF Images
- ANF Images
- ANF Images
- ANF Images