EFRÎN – Komeleya Ndanord a Filendî bi desteka Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyên tenduristî ji nexweşxaneya Avrîn ya Efrînê re şand.
Li ser banga Rêveberiya Nexweşxaneya Avrîn ya Efrînê Komeleya Ndanord a Filendayê bi desteka Heyva Sor a Kurdistanê 1 TIR tije alîkariyên tendirustî ji bo nexweşxaneya bajêr şand.
Alîkarî ji aliyê rêveberiya nexweşxaneya Avrîn hatin wergirtin.
Rêveberê nexweşxaneyê Dr. Ciwan Mihemed spasiya komeleya Filendî, Heyva Sor a Kurdistanê û hemû saziyên alîkar kir.
Alîkariyên hatine şandin ji textên otomatîk, textên jidayîkbûn, textên emeliyatan, dermanên şuştina berînan, alavên ronahiya emeliyatan, alavên odeya emeliyatên taybet bi jinan, birînan û hestiyan pêk dihatin.