NAVENDA NÛÇEYAN – Saziya alîkariya mirovahî ya Heyva Sor a Kurdistanê ku ji destpêka aloziyên li Sûriyê destê alîkariyê dirêjî gelê Rojava kiriye, hewldanên xwe dewam dike.
Bi rasthatina Cejna Qurbanê, Heyva Sor a Kurdistanê bi hevkariya Civaka Îslamî a Kurdistanê li Elmanya-CÎK bi buhaye 160.000 Euro qurban li welatiyen Kantona Cizîrê belav kirin.
Her wiha şandeyek ji Heyva Sor a Kurdistanê çû serdana Kampa Newroz a penaberên Kurdên Êzdî yên Şengalê û alîkarî li wan belav kir.
Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê derbarê xebatên xwe de daxuyaniyek da
Di daxuyaniyê de weha tê gotin:
“Di van rojên ku cîhana Îslamî amadekariya pêşwazîkirina Cejna Qurbanê dike hêzên tarî yên binavê DAIŞ’ê û mixabin li ser navê ola Îslamê, kiryarên herî hovane li dijî gelê Rojavaye Kurdistanê pêk tîne û mohra xwe li komkujiyên mezin dide. Ji ber vê çendê gelê Rojava û bi taybet yê Kobanê îsal cejna Qurbanê di bin siya êrîşên hovane yên DAIŞ`ê de pêşwazî dike”
Heyva Sor a Kurdistanê ragihand ku tevî hemû êş û kederan jî, ew Cejna Qurbanê ya gelê Kurd û cîhana Îslamî pîroz dikin û xwedî hêvîne ku Cejna Qurbanê ya li gorî rastiya ola Îslamê bibe wesileya aştî, wekhevî û aramiyê.
Di berdewama daxuyaniyê de weha hat gotin:
“Em wek Heyva Sor a Kurdistanê, çawa ku ev 3 sal in em hewl didin birînên gelê Kurd yê Rojavayê Kurdistanê derman bikin, me xwest em vê Cejna Qurbanê jî bibin hevparê êşa gel û pêdiviyên wan yên jiyanî bi cih bînin. Bi vê armancê saziya me destepêkê çû serdana Wargeha Newroz ya penaberên Kurdên Şengalê yên Êzdî û alîkarî da wan. Her weha bika Îslamî a Kurd li Elmanyayê-CÎK û bi buhaye 160.000 Euro Qurban li 8 navendên Kantona Cizîrê bi alîkariya saziya Heyva Sor a Kurd ya Rojava li welatiyên muhtac belav kir.”
Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser êrîşen hovane yên li dijî herêma Kobanê ji û ber bê dengiya saziyên mirovahî yên navnetewî li hemberî hewldanên komkujiyê şermezar kir.
Heyva Sor a Kurdistanê da zanîn ku ew ê ji niha û şûn ve jî hemû derfetên xwe ji bo bicihanîna pêdeviyên gelê Rojava û Şengalê bikar bînin û di serî de Civaka Îslamî a Kurdisanê-CÎK malavahiya hemû Kurdistaniyên Ewrûpayê kir û ji wan xwest ku xebaten xwe yên alîkariyê dewam bikin.
hawarnews