Heyva Sor a Kurdistanê, ji 400 malbatên mexdûr ên li Şengalê re 100 hezar Euro alîkarîya madî şand. Ev alîkarî bi destê Meclîsên Gel ji malbatan hate belavkirin.
Ji Fermana 2014’an heya îro daxwez û hewldanên xelkê Şengalê her tim ji bo jiyaneke aram e. Lê mixabin li Şengalê şopên şer û wêraniyê hê jî li ber çavan e. Ji ber êrişên dewleta tirk li Şengal û gundewarên wê jiyana gel di bin şert û mercên dijwar de ye.
Saziya me Heyva Sor a Kurdistanê ji ber vê rewşê ti car gelê Şengalê bi tenê nehîştî ye. Berî çend rojan, 100 hezar Euro ji malbatên mexdûr ên li navenda Şengalê, Xanesor, Digûrê, Serdeşt, Sînûn, Zûreve, Borîk, Gir Zerîk, Duhle, Gubel, Koke û Til Qasbê re hate şandin û bi aliyê meclîsên gel ve ji 400 malbatên hate belavkirin.





