
Heyva Sor a Kurdistanê ji malbatên mexdûr ên li Rojhilatê Kurdistanê re wek gava peşin 37 hezar 750 Euro alîkarîya madî şand.
Saziya me Heyva Sor a Kurdistanê, 30’yê Mijdara 2022’an de bi mebesta alîkarî şandinê ji malbatên mexdûr li Rojhilatê Kurdistanê yên ku dijî êriş û qirkirinên dewleta Îranê bi dirûşma “JİN, JİYAN, AZADΔ berxwedidin re li derveyî welat kampanyaya komkirina alîkariyên madî dabû destpêkirin.
Di çarçoveya kampanya ku me 30’yê Mijdara 2022’an bi şiyara “ROJHILAT NE BI TENÊ YE” dabû destpêkirin de heya niha 19 hezar 150 Euro alîkarî hate komkirin û saziya bi tevî derfetên xwe wek gava peşin 37 hezar 750 Euro ji 127 malbatên mexdûr û kesên birîndar ên li Rojhilatê Kurdistanê re şand. Her wiha saziya me bîryar da ku ji malbatên mexdûr re alîkarî şandina xwe berdewam bike û bi giştî 100 hezar Euro alîkarîyê bigîhine ji 500 malbatên mexdûr û birîndaran.
Em wek Heyva Sor a Kurdistanê malavahîya ew kesên ku beşdarî vê kampanyaya bûne dikin û bang li Kurdistaniyên Ewrûpa dikin ku destê alîkariyê dirêjî malbatên mexdûr ên li Rojhilatê Kurdistanê bikin.