Heyva Sor a Kurdistanê, ji bo bicîhanîna pêdivîyên xwerîne yên xelkê li deverên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine wêrankirin re alîkarî şand
Bi rasthatina Meha Ramezanê ji bo Sûr, Gever, Şirnex, Nisêbîn û Cizîrê, bi bihaye 50 hezar euro paketên xwarinê hatin belavkirin.
Dewleta Tirk ji payiza 2015’an ve bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê, yên mîna Gimgim, Farqîn, Lice, Silopî, Sûr, Cîzîr, Nisêbîn, Dêrik, Kerboran, Hezex, Gever û Şirnexê dorpêç kirin û di êrîşên xwe di be sedan welatiyên sivîl qetil kirin, bi sedan birîndar bûn. Di encama van êrîşên bi tank û topan de bi hezaran mal û xaniyên van welatiyan hatin xerakirin û rûxandin û bi sedan zarok sêwî mane û bi hezaran malbat mexdûr kirin.
Heyva Sor a Kurdistanê ji bo bicîhanîna pêdivîyên xwerîne yên xelkê Sûr, Cizîr, Nisêbin, Şirnex û Geverê bi bihaye 50 hezar euro paketên xwarinê bi hevkariya Meclisên van herêman li welatîyan belavkir.
Em bang li Kurdistaniyên Ewrûpa kir ku destê alîkariyê dirêjî xelkê li deverên ku ji aliyê dewleta tirk hatîye wêrankirin bikin û fitre û zekatên xwe yên îsal ji bo van deveran bişînin.