SATURDAY, 06 SEPTEMBER 2014 07:59
NAVENDA NÛÇEYAN- Hevyva Sor a Kurdistanê li navenda Almanyayê destê alîkariyê dirêjî gelê Şengalê kir û 250 ton şekir, birinc, çay, termûsên avê, cil û bergên jin û mêran, her wiha pêdiviyên jin û zarokan şandin Rojavayê Kurdistanê.
Di 3’yê Tebaxê çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gelê Êzdî yê qezaya Şengalê kiribûn. Li gorî daneyên ne fermî, di encama vê êrîşê de, bi hezaran Kurdên Êzdî hatin kuştin, jin û zarok jî di nav de, bi hezaran kes hatin revandin û bi sedhezaran Kurdên Êzdî yên Şengal û gundên derdora wê, ji cih û warên xwe bûne. Her weha bi dehan gund hatin şewitandin, mal û mulkên Êzdîyan hatin talankirin.
Li hemberî vê kiryara hovane ya dijmirovahî, Saziya Alîkariyê ya Heyva Sor a Kurdistanê, li navenda Almanya û bi hevkariya Saziya Die Sonne Mesopotamiens “Roja Mezopotamya’’, saziyên li Fransa, Siwêd, Danîmark, Norwêc, Siwîsre, Hollanda, Awusturya û Belçîka kampanya alîkariya lezgîn da destpêkirin.
Heyva Sor a Kurdistanê di çarçoveya kampanyayê de, bi buhayê 150 hezar Euro û weke gava pêşî, pêdiviyên jiyanî ji bo welatiyên Şengalê yên li Kampa Newroz a Rojavayê Kurdistanê re şandin.
Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê ragihand ku wan di dema kampanyayê de, bi rêveberiya Kampa Newroz re ketine nava pêwendiyan û derbarê rewşa penaberên Şengalê û pêdiviyên wan de hatine agahdarkirin.
Li gorî vê yekê, pêwîstiyên lezgîn hatin destnîşankirin û di nava demeke kurt de, di encama hestyariya Kurdên Êzdî û bi giştî ya Kurdistaniyên li Ewrûpayê de, daxwazên penaberên Kampa Newroz hatin peydakirin.
Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê da zanîn ku wan weke destpêkê, 250 ton ku ji şekir, birinc, çay, termûsên avê, cil û bergên jin û mêran, her weha pedên jinan şandin Rojavayê Kurdistanê.
Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê di daxuyaniyekê de diyar kir ku alîkariyên wan wê li Kampa Newroz bi rêya saziya Heyva Sor a Kurd welatiyên Şengalê werin belavkirin.
Di daxuyaniya Heyva Sor a Kurdistanê de wiha hat gotin:
“Em weke saziya alîkariya mirovahî, xwedîderketina li penaberên Şengalê wek erka xwe ya mirovahî û exlaqî dibînin. Di vê pêvajoya nazik de, çawa ku me ji bo Wan, Koban û gelek deverên yên Kurdistanê alîkarî şand, em ê hemû hêz û derfetên xwe ji bo bicihanîna daxwazên gelê Şengal yê mexdûr bikar bînin. “
Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê destnîşan kir ku ew ê di rojên pêş de, alîkariyê ji bo kampên penaberên Kurdên Êzdî yên li Bakurê Kurdistanê re jî bişîne û di serî de Almanya, malavahiya tevahiya Kurdistanî û saziyên alîkariyê yên li Ewrûpa û Skandînavyayê kir û xwest ev helwesta hestiyar berdewam bike.
(he)
ÇAVKANÎ: HAWARNEWS