Ji ber êrîşên hêzên dewleta Tirk li dijî gelê sivîl yê Bakurê Kurdistanê, Sazîya Alîkariyê Heyva Sor ji bo pêwîstiyên welatîyan, ket nava tevgerê.
Heyva Sor a Kurdistanê, weke gava ji bo xelkê Cizîr, Sûr, Silopiya, Nisêbin, Kerboran û Farqînê pêşî 328 hezar Euro alîkarîya madî şand.
Ji ber êrîşên hêzên dewleta Tirk, heta niha bi sedan sivîl jiyana xwe ji dest dane û bi deh hezaran kes jî ji ber dijwariya êrîşan neçar mane ku cih û warên xwe berdin. Tevî rewşa kambax ya jiyana welatîyan jî, heta niha ti saziyên mirovahî destê alîkariyê dirêjî welatîyan nekirin.
Heyva Sor a Kurdistanê weke saziya alîkariyê nekare li hemberî vê rewşê bê deng bimîne û di nava demeke kurt de dest bi hewldanên komkirina alîkariyê bike.
Heyva Sor a Kurdistanê weke gava pêşî ji bo piştgirîya xelkên Cizîr, Sûr, Silopiya, Nisêbin, Kerboran û Farqînê 328 hezar Euro alîkariya madî şand û ev alîkarî bi hevkariya Meclisên van herêman li welatîyan tê belavkirin.
Saziya me bang li Kurdên Ewrûpayê dike ku destê alîkariyê dirêjî Cizîr, Silopî, Sûr, Kerboran û Nisêbînê bikin.
Heyva Sor a Kurdistanê di Kongreya 24’an de biryar dabû ku hemû derfetên xwe ji bo piştgirîya gelê Bakurê Kurdistanê bikar bîne.