Saziya me Heyva Sor a Kurdistanê, di çarçoveya projeya xwe ya tendurîstiyê de ji bo nexweşxaneya wargeha Maxmûrê 3 cihazên medîkal stend.
Di çarçoveya projeya me ya tendurîstiyê de saziya me ji bo wargeha Maxmûrê ya ku nêzî 13 hezar penaberên ji Bakûrê Kurdistanê tê de dimînin û li ber ambargo û êrîşan ji hêla tendûristîyê de gelek zehmetîyan dibînin re cîhazekî rontgenê û 2 cîhazên din yên ku rontgengirtinê de tên bikaranîn bi bihayê 58 hezar dolaran Amerîkan stend û ew cîhaz jî gihîştine nexweşxaneya Maxmûrê.
Saziya me Heyva sor a Kurdistanê ev nêzî 30 salin di çarçoveya projeya tendûristiyê de alîkariyê dide. Armanca vê projeya me jî ji kesên ku xizmeta tendirûstîyê de bê par mane re kirina alîkariya tendirûstiyê ye. Di çarçoveya vê projê de, li herêmên şer an jî herêmên xîzan de nexweşxaneyan ava dikin, dermanan, ambulansan, cîhazên medîkal dişînin û mesrefên tedawîyê yên kesên hêjar didin.








