Saziya Mirovahiyê Heyva Sor a Kurdistanê ku bi xebatên xwe bûye hêviya gelê Rojava, qurbaniyên komkujiya 20’ê Adara îsal li Hesekê ji bîr nekir û destê alîkariyê dirêjî wan kir..
Tuesday, April 14, 2015 at 3:43 PM
NAVENDA NÛÇEYAN – ANF
Saziya Mirovahiyê Heyva Sor a Kurdistanê ku bi xebatên xwe bûye hêviya gelê Rojava, qurbaniyên komkujiya 20’ê Adara îsal li Hesekê ji bîr nekir û destê alîkariyê dirêjî wan kir.
Heyva Sor a Kurdistanê bi vê armancê û bi desteka Heyva Sor a Kurd li Rojava 22 mîlyon lîreyên Sûrî ango 100 hezar Euro alîkariya madî li malbatên qurbaniyên komkujiyê belav kir.
Şeva Newrozê li bajarê Hesekê êrîşkarên rêxistina bi navê DAIŞ’ê li du deverên cuda komkujî pêk anîn û di encamê de 54 kesan jiyan xwe ji dest da û bi dehan welatiyên sivîl jî birîndar bûn.
Heyva Sor a Kurdistanê piştî vê komkujiya hovane, yekser derbarê rewşa malbatên qurbanî û birîndaran de lêkolîn da destpêkirin û biryar da ku alîkariya wan bike.
Li gorî vê yekê, ji bo malbatên ji ber êrîşên xwekuji zerar li wan hatibe, karibin birînên xwe derman bikin û debara xwe ya jiyana bikin, Heyva Sor a Kurdistanê di cih de dît ku alîkariya madî bi wan re bike.
Bi vê armancê, Heyva Sor a Kurdistanê bi destek û navbênkariya Heyva Sor a Kurd li tevahiya malbatan Rojava 22 mîlyon lîreyên Sûrî ango 100 hezar Euro alîkariya madî li malbatên qurbaniyên komkujiyê belav kir.
Heyeta ku ji Serokê Heyva Sor a Kurd Egîd Îbrahîm û endamên saziyê pêk dihat çûn serdama malbatan û alîlkarî dan wan.
Ji aliyê xwe, malbatên qurbaniyên komkujiya Hesekê ji ber vê helwesta berpirsiyar, malavahiya Heyva Sor a Kurdistanê kirin.