WEDNESDAY, 03 DECEMBER 2014 NAVENDA NÛÇEYAN –
Heyva Sor a Kurdistanê di çarçoveya kar û xebatên xwe yên mirovahî de, piştî Rojava û Bakûrê Kurdistanê, li penaberên êzidî yên Başûr jî alîkarî belav kir.
Heyva Sor a Kurdistanê di çarçoveya kar û xebatên xwe yên mirovahî de, sînorên belavkirina alîkariyê li welatiyên hewce her ku diçe berferehtir dike.
Piştî, Rojava û Bakurê Kurdistanê, Heyva Sor destê alîkariyê dirêjî penaberên Êzdî û Kobanî yên li Başûrê Kurdistanê jî kir.
Heyva Sor a Kurdistanê bi armanca ku rewşa penaberên Êzdiyên Şengal û welatiyên Kobanê li cih bişopîne, heyetek ji 5 kesan şand Başûrê Kurdistanê..
Di encama lêkolînên li 5 wargehên penaberan yên li Silêmanî, Hewlêr, Duhok û Zaxo, Heyva Sor a Kurdistanê biryar da ku alîkariya ji pêdiviyên jiyanê û cilê bergan li penaberan belav bike.. Bi vê armancê, şandeya Heyva Sor bi buhayê 150 hezar Euro alîkarî hat kirin.. Li gorî vê yekê, 3 hezar û 500 pakêtên xwarinê, 250 pakêtên cil û berg û pêlav û soba hatin amadekirin..
Wargehên penaberan yên ku Heyva Sor a Kurdistanê alîkarî li wan belav kiriye ev in:
Wargeha Arbet a Penaberan-Silêmanî: 600 pakêtên xwarinê 50 pakêtên cil û bergan 42 cil û bergên jinên ducanî
Wargeha Barika a Penaberan-Silêmanî: 500 pakêtên xwarinê 25 sobe 25 pakêtên cil û bergan
Wargeha Dara Şakranê a Penaberan-Hewlêr: 500 pakêtên xwarinê 50 pakêtên cil û bergan
Wargeha Gundê Xankê a Penaberan-Duhok: 200 pakêtên xwarinê 125 pakêtên cil û bergan
Wargeha Bersivê a Penaberan- ZAXO: 1700 pakêtên xwarinê
ANHA