04.06.2015
EFRÎN -Heyva Sor a Kurdistanê 7 kemyonên alîkariyên mirovî ji kantona Efrînê re şandin
Bi nêzîkûbûna meha Remezanê Heyva Sor a Kurdistanê 7 kemyon alîkariyên mirovî ku ji madeyên xwarinê û madeyên paqijkirinê pêk dihatin şandin kantona Efrînê. Alîkarî ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve hate wergirtin û dê di demeke pêş de li welatiyên xizan û koçberan bêne belavkirin.
Endamê Rêveber ê Heyva Sor a Kurdistanê ku ji Ewropa hatibû Şêx Şêxmûs ji ANHA’yê re axivî û diyar kir ku alîkariyên wan bi aramanca piştgiriya kantona Efrînê di meha Remazanê de pêk hatine û got: ˮAlîkarî ji 8 hezar 400 parên alîkariyan ku her parek ji 1 kîlo birinc, 5 kîlo şekir, 5 kîlo savar, 2 kîlo makerona, şîr, helawa û çayê pêk tên.ˮ
Endamê Rêveber ê Heyva Sor a Kurd a Kantona Efrînê Nûrî Qember spasiya Heyva Sor a Kurdistanê kir û got ku alîkariyên wan bi rasthatina meha Remezanê re gaveke başe û got: ˮHeyva Sor a Kurd dê van alîkariyan li ser welatiyên xizan ên kantonê li gorî hejmarên berê di destê wna de belav bike.
(dc)
ANHA