THURSDAY, 06 NOVEMBER 2014 14:02
QAMIŞLO – Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyên xwe ji bo gelê Rojava dewam dike.
Di çarçoveya kampanya alîkariyê de, Heyva Sor a Kurdistanê îro 300 konên malbatî ji bo penaberên li kantona Cizîrê şandin.
Piştî dagirkirina herêma Şengal û êrîşên li dijî kantona Kobanê, Saziya Mirovahî Heyva Sor a Kurdistanê ji bo gelê Rojava û Kurdên Êzdî lez da xebatên xwe yên alîkariyê.
Bi armancê Heyva Sor bi taybet ji bo xelkê Kobanê Kampanya Alîkariya Mezin da destpêkirin.
Her weha ji bo pêdiviyên Kurdên Êzdî yên ji ber êrîşa li dijî Şengalê ji warên xwe bûne jî, xebatên alîkariyê yên Heyva Sor ranawestin.
Di çarçoveya kampanyayê de, bi buhayê 100 hezar Euro ji bo sivîlên li Kobanê warinên hazir hatin şandin.
Her weha li hemberî rewşên awarte û bi hevkariya saziya Heyva Sor a Kurd ya Rojava, li kantona Cizîrê ambara alîkariyên lezgîn hat amadekirin.
Weke gava pêşî, Heyva Sor a Kurdistanê îro ji bo vê ambarê, 300 konên malbatî şandin.
Konên ku di deriyê Nisêbînê re derbas bûn, radestî rêveberiya Heyva Sor a Kurd a Rojava hatin kirin.
Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê da zanîn ku alîkariyên wê ji bo gelê Kobanê, welatiyên Şengal û bi giştî Rojavayê Kurdistanê wê dewam bikin.
(jh) hawarnews