Li pey xebata xwe ya organizekirin û berhevkirina alîkariyê, li goreyî armancên destûra xwe, him ji bo komkirina alikariyê zêde bike û him jî jibo alîkariyê bigihîne hewcedarên-mexdûrên li Kurdistanê, kete nava xebatên bi projeyan.
Bêgûman mexdûrên şer ên li pêş zarok in, lewma projeya yekemîn dibû ya zarokan.
Hema li pey vêna, hijamerek mezin ji gelê me yê Bakur, ji ber êrîşên dewleta Tirkan ên dijwar û hovane, reviyabû Başûr.
Zêdeyî 10 hezar kes, li Başûr jî jiyanek aram û hêsan ne dît in, di nava koçberiyek şerd û mercên gelek xerab de bûn. Li Başur jî, nikaribûn li erdekî bi cîh bibûna, ji erdekî di reviyan cihekî din; ji Etrûşê, çûn Nehdarê û piştî ewqas eziyet, nexweşî û êşkencê û mirinê, dawiyê gihiştin Mexmûr a ku nuha jî lê dijîn.
Eha ji bo vê mexdûriyeta lezgîn, hema li pey Projeya Zarokan, Projeya Mexmûr hate despêkirin.
Dûv re li pey hev û li goreyî rêza hewcedariyê Projeya Tenduristiyê, Projeya Hewcedariyên Lezgîn, li ser alikariya bi malbatên zindaniyan û şehîdan ra projeyên cuda jî hate despêkirin û heta roja îro li ser projeyên wisa kar tê meşandin.
* * *
Hilbet alîkarî bi tenê ji gelê me yê derveyî welat/diasporayê nehat xwestin, ji biyaniyan û bi taybetî ji saziyên hemkar/hempîşe jî hate xwestin. Li Elmanya, di serî de dihat xwestin ku bi Xaça Sor ra xebatek hevkar were kirin û alikarî jê were xwestin. Lê mixabin, berovajî, li ser gliyê Xaça Sor a Tirkiyeyî, Xaça Sor a Elman, ji saziya me ra name şand û xwestin were girtin û eger neyê girtin dê gilî bibin dadigehê.
Li ser vê qeregosirmetê, me jî berê xwe da saziya bilintir, saziya Xaça Sor a Navneteweyî ya li Cenevre. Saziye Xaça Sor a Navneteweyî, ew giliyê(êrîşa) Dewleta Tirka ya bi rêya Xaça Sor a Elmanya da rawestandin. Lê mixabin astengên(êrîşên) Dewleta Tirka yên li dijî HSK’ê nehatiye sekinandin, hîn jî dewam dike.
Belê li gel vê mînaka negatîf, mînaka pozîtîf jî heye, ew jê ev bû; hilwesta Xaça Sor a Bayerê(Eyaleta Başûr a Elmanya), pir qenc bû û hêjayî gotinê ye. Di çarçova projeya me ya tenduristiyê, weke kampanyakê bi navê alikariya Çenteyên Tenduristiyê(hinekan digot in çenteyên emeliyata seyar), hejmarek e giring ji van çenteyan da saziya me û me jî şandin Kurdistanê(hinek jê çûne xizmeta Koçberên Mexmûrê jî). Her weha Ambûlans ek nuh jî şandin Kurdistanê.
Li Elmanya, bi Arbeiter-Samariter-Bund (ASB) ra jî têkiliyên baş çêbûn. Li gel Medico International jî peywendiyên hêja çêbûn. Li Hollanda, li gel saziyek dêrê CIBO têkiliyên hêja pêk hat û alikari jî kirin. Li Swêd(Mînak;AGAPE) û İtalya jî bi hinek saziyên hempîşe re têkilî hate çêkirinin û alîkariyên wan kêm be jî bi HSK rê çêbû.
* * *
Bi avabûna HSK re ya li Elmanya, li hinek welatên Ewrupa yên din jî, di heman çarçovê de; bi armanca saziyên alikariyê, hinek bi heman navî û hinek jî bi navên din hate damezrandin.
Mînak; bi navê Heyva Sor a Kurdistanê(HSK) li Swêd, Swisre, Fransa, Hollanda û hwd, bi navê Roja Sora Kurdistanê(RSK) li Avusturya û bi hinek navên din li Danimarka, li Belçika û hwd, hatin damezrandin. HSK’a Elmanya, bi van saziyên alîkariyê yên Kurdistanî yên li van welatan ra, di nava diyalogê de ye, serpêhatiyên xwe yên xebatê li hev par dikin, li ser hinek projeyan bi hev ra di xebitin, pir alî bi hev ra alikariyê dikin.
* * *
Nuha di temenê xwe yê bîst salî de, li ser çarçova heman destûra xwe ya despêkê, xebata xwe bi xurtî dide meşandin, belê proje û erdnîgariya xebata xwe hîn pirtir û berfi rehtir kiriye. Li gel hemû hewldanên pêşîgirtinê yên Dewleta Tirkan, ji despêkê heta nuha xebata xwe, bi gelek zahmetî be jî bi pir alî daye meşandin. Heta nuha jî bi navê HSK, şandina her cûre alîkariyê jibo Tirkiyeyê û Kûrdistanê qedexe ye. Lewma bi nav û rêyên cuda cuda alîkarî tê şandin. Di vî warîde, ji despêkê heta nuha alîkariya/desteka Komeleya Mafên Mirova(İHD), hêjayî pesin û gotinê ye.
Di vî temenê dirêj de gelek xebat û xizmetên hêja hatine kirin, ev cihê serbilindî û şanaziyê ye, lê belê dîsa jî divê mirov kêm bibîne û qîma xwe bi vê xizmetê tenê neyîne. Ji ber ku li welatê me hîn şer dewam dike û mexdûrên me yên vî şerî her roj zêdetir dibe. Lewma divê em hê pirtir bi xebitin, xebatkar û endamên xwe zêdetir bikin, her wiha hîn mezintir û berfi rehtir xizmetê bigihêne gelê xwe yê muhtac û hewcedar. 20 saliya saziya me ya hêja HSK’ê li gelê me û mirovatiyê pîroz be!
Ahmet Aktaş