FITR Û ZIKATÊN XWE JI BO MEXDÛRÊN LEHÎYÊ ÊN LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ BIŞÎNIN !
Alîkarxwazên hêja
Di vê meha pîroz a Remezanê de erka me ya mirovî ew e ku em destê alîkariyê ji bo muhtac û hewcedaran bi ti awayî ji bîr nekin.
Ji ber barîna barana zêde li gelek deverên Rojhilatê Kurdîstanê lehî rabû bû. Bi rabûna lehiyê gelek bajar, navçe û gund bin avê de mabûn û gelek kesan jî jiyana xwe ji dest dabû û gelek kes jî birîndar bibûn. Heman demê de bi deh hezaran xanî û avahî jî wêran bibûn. Niha bi sed hezaran mîrov lî Rojhilatê Kurdistanê di bin rewşeke xeter de ne û ji bo hemû pêdivîyên jiyanê benda alîkariyê ne.
Ji bo em hêvî û bendewariya xelkê xwe yê muhtac bicih bînin û birînên malwêraniyê derman bikin.
Ji bo em erka xwe ya meha Remezana pîroz bicih bînin, werin em dest bidin hev û nehêlin mirovên me bibin mehkûme vê rewşê.
Hûn dikarin bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê, Fitre û Zikatên xwe bighînin sed hezaran mexdurên lehîyê ên li Rojhilatê Kurdistanê.
FITR: 10 EURO
(Li gorî biryara ADD saziya Heyva Sor a Kurdistanê li herêma Rheinland-Pfalzê nikare alîkariyê kom bike)










