Ji çapemenî û raya giştî re,
Efrîn ku piraniya şêniyên wê Kurd, yek ji bajarên herî aram û ewle li Sûrî bû.
Tevî derfetên xwe ên kêm jî, Efrîn himbêza xwe ji bo sed hezaran koçberên Sûrî re vekir û xwedî li wan derket.
Bajarê Efrînê ku beriya şer hejamara şêniyên wê 400 hezar bû, di nava 2 salan de ev hejmar ji mîlyonekî derbas bû.
Tevî hemû zor û zehmetiyan jî, hemû pêkhateyên li Efrînê bûn xwedî jiyaneke hevpar û aram.
Di van rojên ku mirovahî li benda bidawîbûna şer û aloziyan bû, dewleta Tirk û çeteyên wê bi hev re êriş Efrînê kirin.
Bi vê êrişê armanc ew e ku herêm bi temamî ji sivîlan were valakirin.
Navê vê dagirkeriyê jî kirine şaxê zeytûnê û bi vê yekê re dixwazin ser komkujiyan bigrin.
Di bin navê alîkariyê de TIR’ên çekan şandin û li kampên penaberan bi hezaran cîhadîst perwerde kirin.
Dewleta Tirk li dijî daxwazên Efrîniyan ên aştî û demokrasiyê bersiva dagirkeriyê dide.
Bêdengiya welatên din jî erêkirina van êrişan e.
Gelê Kurd ji bo vê cîhanê ji zilma DAIŞ’ê rizgar bike bi hezaran keç û xortên xwe feda kir.
Li ser xaka xwe ji bo jiyaneke hevpar û aştiyane ya hemû gelan pergalek ava kir.
Dewleta Tirk û çeteyên wê ne exlaq û ne jî pîvanên şer nas dikin. Li Efrînê jin, zarok û extiyar jî di navê de sivîlan dikin hedef.
Bi bombekirina deverên sivîlan ewlehiya can û malên sivîlan tê tinekirin. Herî dawî jî ambûlansa Heyva Sor dema ku birîndar têde bûn kirin hedef.
Ev yek jî bêexlaqiya wan nîşan dide.
Em komkujî û êrişên Dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar dikin.
Berpirsiyariya civaka navneteweyî ewe ku li pişt gelê Kurd bisekine.
Saziyên alîkariyê yên navneteweyî divê li dijî sedema van felaketan jî têbikoş e.
Banga me ewe ku civaka navneteweyî û saziyên alîkariyê li dijî vê dagirkeriya Dewleta Tirk dengê xwe bilind bikin.
Heyva Sor a Kurdistanê