18.04.2015 13:14
KOBANÊ – 10 kemyon alîkariyên mirovî ku Heyva Sor a Kurdistanê şandibon Kobanê gihiştin û di deriyê sînor ê Kobanê re hate derbaskirin.
Deh kemyonên alîkariyên mirovî ku ji aliyê Heyva Sor a Kurdistanê ve hatibûn şandin di deriyê sînor ê Kobanê re hatin derbaskirin û ji aliyê Rêxistina Alîkariyan a Kobanê ve hatin wergirtin. Di kemyonên alîkariyê de birinc, nîsk, şekir, savar, mekerona, zemhêr (nok, fasolî, lobya) û madeyên hatibûn barkirin. Çav li rêye ku alîkarî li welatiyan bê belavkirin.
Ev cara duyemîn ê ku alîkariyan ku ji aliyê Heyva Sor a Kurdistanê ve tên şandin debasî Kobanê dibe.
(de)
ANHA