Xêrxwazên heja,
Wek te zanîn, li hemberî Kobanê êrîşên çeteya DAÎŞê ji 15 îlona 2014an û pê de dest pê kir. Ji ber êrîşên çeteyên DAÎŞ, dorpêçkirin û girtina deriyê sînor, bi sed hezaran welatî koçber bûn. Encama van êrîşên çeteyên de ji sedan welatî hatin kuştin, ji sedan kes birîndar bûn û ji %80 avahiyên li Kobanê hilweşîyan.
Pişt berxwedane bêhempa ya hêzen Kurd re, çeteyên DAÎŞ li navenda bajar hatin derxistin û Kobanê di 26ê Çileyê 2015’an de hate rizgar kirin. Demeke kin de jî derdorê bajêr û gund ji çeteyên DAÎŞ hate paqijkirin. Ji pey rizgarkirina Kobanê re, welatiyên ku koçber bibûn pêde pêde vedigerin Kobanê. Rêveberîya Kantona Kobanê dide xuyakirin ku, heta niha nêzî 270 hezar welatî vegarîyane Kobanê. Ji ber ku ji %80 avahiyên li Kobanê hilweşîyane, rewşa jiyana welatîyan kambaxe.
Divê hûn xêrxwazên hêja destê alîkariyê direjî gelê Kobanê bikin û tevî ji nûve avakirina Kobanê bibin. Alîkariyên xwe bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê bighînin gelê me yên li Kobanê. Ji bîr nekin bi deh hezaran zarokên me yên belengaz li benda alîkarîya we ne.
Heyva Sor a Kurdistanê
(Li gorî biryara ADD saziya Heyva Sor a Kurdistanê li herêma Rheinland-Pfalzê nikare alîkariyê kom bike)