Hemû gelê Kurdistanî û hemû alîkarîxwazên hêja,
Em, gelê xwe yê Rojava yên di bin dorpêçiyê de ne bi tenê nehêlin. Gelê me yê Rojava, ji ber girtina dêrîyên sînor û ji ber rewşên giran yên zivistanê, di nav rojên dijwar de dijî. Ji bo van sedeman, gelê me yê Rojava, bi lezgînî hewedarî alîkariyê ye. Hûn alîkariyên xwe, dikarin bilez, li ser Heyva Sor a Kurdistanê, ji gelê me re bişînin. Heyva Sor a Kurdistanê, ji bo ku alîkarîyên we di dema xwe de bigêjine cîhê xwe, amadekarîya xwe kirye û li benda alîkariyên we ye. Heya îro, alîkariyên madî û dermanên ku ji gelek welatên Ewrûpayê hatibûn komkirin û ji me re hatibûn şandin, me gihandîye cîhê xwe. Gelê me yê alîkarîxwaz! Ji bîr nekin ku, bextewarîya herî mezin, şa kirina kesên ku hewceyî alîkariyê ne. Werin em dest bidin hev û vê bextewariyê bi hev re bijîn! Roj, roja vala derxistina amborgoya li ser gelê me yî Rojavayê ye! Roj roja piştgirtinê ye .
Heyva Sor a Kurdistanê
(Li gorî biryara ADD saziya Heyva Sor a Kurdistanê li herêma Rheinland-Pfalzê nikare alîkariyê kom bike)