Dewleta Tirk bêtirî salake li dijî bajar û navçeyên Bakûrê Kurdistanê bi awayekî hovane êrîş dike.
Ji ber van êrîşan zarok û jin jî di nav de, bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.
Her weha ji ber qedexeya derketinê ya li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Gever, Şirnex, Silopî, Hezex, Dêrik û Kerboran’ê av, xwarin, derman û hemû pêdiviyên jiyanê li ser gelê sivîl hatiye birîn. Wekî din di encama êrîşan bi tank û topan bi hezaran xanî hatin wêrankirin.
Qedexaya derketina kolanan li Şirnexê ku 16ê Adar’a 2016’an destpêkir, 6 meh in dewam dike û di encamê de 9 taxên bajêr bi temamî hatine rûxandin.
Ji ber van êrişên dewlata Tirk, xelkê Şirnexê neçarî jiyana koçberiyê bûye.
Li gorî daneyan, 1000 malbat li herema Dergûlê, 1500 malbat li Qilebanê, 1000 malbat li Silopî, 400 malbat li Cizîr’ê, 400 malbat li herema Germavê ya girêdayî Basê, 400 malbat li Eruh’ê û nêzî 2000 malbat jî li Sêrt’ê di nava şert û mercên giran de dimînin.
Bi hatina demsala zivistanê, wê jiyana xelkê Şirnexê hê dijwartir bibe, lewma pêwîstiya lezgîn bi konên zivistanê, betanî û sobeyan heye.
Saziya alikariyê Heyva Sor a Kurdistanê, xwedîderketina li mexdûrên êrîşên dewleta Tirk, weke erk û berpirsiyareke mirovahî û exlaqî dibîne û ji bo bicihanîna pêdiviyên xelkê Şirnexê kampanya alîkarîya madî daye destpêkirin.
Li ser vî esasî, em bang li hemû xêrxwazan dikin ku li xelkê Şirnexê xwedî derkevin û hemû derfetên xwe ji bo bicihanîna pêdiviyan wan bikar bînin.
Heyva Sor a Kurdistanê
(Li gorî biryara ADD saziya Heyva Sor a Kurdistanê li herêma Rheinland-Pfalz nikare alîkariyê kom bike)