Xêrxwezên hêja,
Li ser sînorê Belarûs û Polonyayê drameke mirovayetiyê heye. Bi hezaran koçberên ku piraniya wan Kurd in di navbera sînorê Belarûs û Polonyayê terkî mirinê hatine kirin. Li gorî agahiyên ku di nava hefteyekê de hatine ragihandin herî kêm 20 koçber ji ber birçîbûn û sermayê jiyana xwe ji dest dane. Gelek jin û zarok jî di nav van koçberan de hene û koçber di navbera du sînoran de asê mane.
Heyva Sor a Kurdistanê tevî saziyên alîkariyê yên Kurd li Ewropayê biryar daye ku alîkariya mirovî bide van koçberan. Amadekariyên ji bo alîkari gihandîna van koçberan dewam dike û demeke kin de wê alîkari were şandin.
Saziya me Heyva Sor a Kurdistanê ji bo van koçberan kampanyayeke alîkariyê da destpê kirin. Armanca vê kampanyayê me berhevkirina alîkarîya madî ve pêdivîyên jiyanî yên van koçberên li ser sînorê Polonya û Belarûsê asê mane bicihbînin.
Divê hemû Kurdistanî û dostên wan xwedîderketina van koçberan weke erkeke exlaqî bibînin.
Li ser vî esasî, em bang li hemû xêrxwezan dikin ku destê alîkariyê dirêjî van koçberan bikin û alîkariyên xwe bilez, bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê ji van koçberan re bişînin.
Heyva Sor a Kurdistanê e.V.
Armanca alîkariyê: Kocber / Belarûs – Polonya
(Li gorî biryara ADD saziya Heyva Sor a Kurdistanê li herêma Rheinland-Pfalzê nikare alîkariyê kom bike)