Alîkarxwazên hêja,
Li gundê Xaşkan a Elbaka Wanê ji ber barîna barana zêde di 31ê Tîrmehê lehî rabû. Li gund bi dehan xanî û axur hilweşiyan, gellek pez mirar bun, wesayît jî ber lehiyê ketin, bax, baxçe û zevîyan zerar çêbû.
Xelkê vî gundî di bin rewşeke xeter de ne û ji bo hemû pêdivîyên jiyanê benda alîkariyê ne.
Wek saziya alîkariya mirovahî Heyva Sor a Kurdistanê, ji kêliya pêşî ya lehîyê em ketin nava tevgerê. Saziya me Heyva Sor a Kurdistanê ji bo mexdurên lehîyê alîkariya madî berhev dike û wê li cih pêwistiyên gel pêk bîne.
Li ser vî esasî banga me ji bo Kurdistaniyên li Ewrûpayê û dostên wan heye ku destekê bidin û bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyê madî bighînin malbatên mexdûr.
Heyva Sor a Kurdistanê e. V.
Armanc: Ji bo Elbaka Wanê
(Li gorî biryara ADD saziya Heyva Sor a Kurdistanê li herêma Rheinland-Pfalz nikare alîkariyê kom bike)