Bi rihê kampanya Kobanê û Şengalê,
Em li Cizîr, Sûr, Silopî, Hezex, Nisêbîn, Şirnex, Dêrik û Kerboranê xwedî derkevin
Bêtirî 4 mehin hêzên dewleta Tirk li navçeyên Bakurê Kurdistanê mafên mirovan binpê dike û hemû derfetên jiyanê ji holê radike.
Li gorî daneyên ku saziyên mafê mirovan û rayedarên HDP bi raya giştî re parve kirin, li navçeyên Cizîr, Sûr, Silopî, Hezex, Nisêbîn, Şirnex, Dêrik û Kerboranê zarok û jin jî di nav de, zêdetirî 400 sivîl ji aliyê hêzên dewletê ve hatine kuştin, bi dehan kes birîndar bûne û bi sedan xaniyên welatiyan jî ji ber êrîşa bi tank û topan hatin wêrankirin..
Her weha ji ber siyasetên dorpêçkirinê, bi mehan av, xwarin, derman û hemû pêdiviyên jiyanê li ser gelê sivîl hat birîn..
Tevî rewşa kambax jî, heta niha ti saziyên alîkariya mirovahî yên navnetewî neketine nava ti hewldanan..
Li hemberî vê xemsariyê, saziya Heyva Sor a Kurdistanê ku xwedîderketina li mexdûrên êrîşên dewleta Tirk, weke erk û berpirsiyareke mirovahî û exlaqî binav kir û ji bo bicihanîna pêdiviyên welatiyan ket nava hewldanan..
Li gorî vê sayiza me Heyva Sor a Kurdistanê ku beriya çend rojan 328 hezar Euro weke gava pêşî ya alîkariya ji bo Cizîr, Sûr, Silopî, Hezex, Nisêbîn, Şirnex, Dêrik û Kerboranê şand, 3ê Adara 2016’an kampanyeke mezin dide destpê kirin.
Derbarê mijarê de, rêveberiya saziya me Heyva Sor a Kurdistanê biryar da ku ew ê li seranserê welatên Ewrûpa, Skandînavya, Japan û Kanadayê xebatên berhevkirina alîkariya madî birêve bibin.
Amadekariyên kampanyayê temam bûne û şaxên Heyva Sor a Kurdistanê ji bo bi awayekî çalak tevlî xebatan bibin hatine agahdarkirin.
Em weke Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê, ji tevahiya saziyên Kurd yên li Ewrûpayê dixwazin ku destekê bidin kampanyaya me..
Di heman demê de, çawa ku Kurdistaniyên li Ewrûpayê bi hestiyarî û berpirsiyariyeke mezin beşdarî kampanya alîkariya ji bo Koban û Şengalê bûn, divê bi heman awayî li mexdûrên êrîşên dewleta Tirk yên li Cizîr, Sûr, Silopî, Hezex, Şirnex, Nisêbîn û Kerboranê xwedî derkevin.
Divê hemû Kurdistanê xwedîderketina li Cizîr, Sûr, Silopî, Hezex, Nisêbîn, Şirnex, Dêrik û Kerboranê weke erkeke exlaqî bibînin.
Li ser vî esasî di serî de karsazên Kurd, em bang li hemû xêrxwazan dikin ku hemû derfetên xwe ji bo mexdûrên şer bikar bînin û destê alîkariyê dirêjî wan bikin.
Heyva Sor a Kurdistanê
(Li gorî biryara ADD saziya Heyva Sor a Kurdistanê li herêma Rheinland-Pfalz nikare alîkariyê kom bike)