Îro, 6 Sibatê, li navçeya Bazarcix a bajarê Mereş a Bakûrê Kurdistanê bi pîleya 7.8 erdhejek mezin çêbû. Piştî wê li navçeya Nurdagi a Dîlokê jî bi pîleya 6.4 erdheja duyem û li navçeya Îslahiye ya Dîlokê bi pîleya 6.5 erdheja sêyem çêbû.
Erdhejên dijwar, di serî de bajarên Amed, Meletî, Riha, Semsur, Dîlok û gelek deverên din ên Bakûrê Kurdistanê, bajarên Edene, Hatay, Kilîs, Osmaniye û Qeyserî ên Tirkiyeyê, herêmên Cizîrê, Firatê û Şehba yên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî hejandin. Hat diyarkirin ku erdhejê bandor li welatên derdorê jî kiriye. Di encama erdhejê de bi sedan welatî jiyana xwe destan bi hezaran kes jî birîndar bûn. Hê jî bi hezaran kes di bin kavilan de ne. Li gelek mal û avahî hilweşîyane, şert û mercên zivistanê bandoreke neyînî li xebatên rizgarkirinê dike.
Em wek Heyva Sor a Kurdistanê, di serî de ji kesên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan rehma Xwedê, ji malbat û xizmên wan re sersaxî dixwezin. Ji birîndaran re jî daxwaza şîfa xêrê dikin.
Saziya me li gor erk û berpirsîyartiya xwe biryar da ku bi lezgînî mexdurên erdhejê re alîkarî bişîne.
Heyva Sor a Kurdistanê tenê alîkariya madî berhev dike û di demeke nêz de wan malbatên ku pêwîstiya wan bi alîkariya lezgîn heye bicih bîne.
Li ser vî esasî banga me ji bo Kurdistaniyên û hemû alikarxwazên li Ewrûpayê û li derveyî welêt heye ku bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê destê alîkariyê dirêjê mexdurên erdhejê bikin.
Heyva Sor a Kurdistanê e.V.
06.02.2023
Armanca alîkari şandinê: Erdhej- Alîkarî
(Li gorî biryara ADD saziya Heyva Sor a Kurdistanê li herêma Rheinland-Pfalz nikare alîkariyê kom bike)
paypal.me/heyvasorakurdistane







