16.06.2015 09:02
HELEB – Bi rasthatina Meha Ramezanê, Heyva Sor a Kurdistanê destê alîkariyê dirêjî şêniyên taxa Şex Meqsûd ya bajarê Helebê kir.
Alîkariyê madî bi rêya saziya Heyva Sor a Kurd li welatiyan hatin belavkirin.
Heyva Sor a Kurdistanê bi boneya meha Remezanê 100 hezar Euro ango nêzî 30 mîlyon Lîreyên Sûrî akîkariya maddî ji şêniyên taxa Şêxmeqsûd re şandibûn.
Alîkar ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve hatin wergirtin û li gorî pêdiviyan li welatiyên taxê tên belavkirin.
Li gorî vê yekê, ji bo her malbata hewcedar 10 hezar lîre hatin dayîn.
Endamê Heyva Sor a Kurd Îsa Mihstefa diyar kir ku alîkarî di demeke gelek girîng de gihiştine wan û malavahiya Heyva Sor a Kurdistanê kir.
Şêniyên taxa Şêxmeqsûd ji hemû pêkhateyan kêfxweşiya xwe anîn ziman û spasiya Heyva Sor a Kurdistanê kirin.
ANHA