Alîkariya mirovî ji bo mexdûrên êrîşên Tirkiyê
Ji 4’ê Cotmeha 2023’an ve Tirkiye binesaziya sivîlan a li Rojava (bakur û rojhilatê Sûriyeyê) bombebaran dike û herêm ber bi felaketeke mirovî ve diçe. Tirkiyê heta niha zêdetirî 150 armanc bombebaran kirine: piraniya binesaziya jiyanî ya herêmê di nav çend saetan de zirar dîtiye yan jî wêran bûye. Êrîşên Tirkiyê heta niha bi dehan sivîl bûne qurbanî û birîndar bûne û ji sedî 80ê jêrxana sivîlan wêran bûne, av û enerjiyê, nexweşxane, cihên niştecihbûnê, dibistan, zeviyên petrolê, kargeh û embaran. Bi sed hezaran kes bi rojan elektrîk û av qut bûne. Nexweşxaneya Koronayê ya li Dêrikê ku yek ji girîngtirîn nexweşxaneyên herêmê ye jî ji ber bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk bi temamî hate rûxandin. Li herêmê gelek saziyên tenduristiyê yên din hatin hilweşandin, nexweşxane ji ceryanê qut bûn, zincîrên sermayê qut bûn – banga bexşîna xwînê tê kirin. Di berdewamiya êrîşên Tirkiyê de, tê pêşbînîkirin ku rewşa mirovî her ku diçe xirabtir bibe û hejmara kuştiyan her ku diçe zêde dibe. Heyva Sor a Kurd li hêreme alîkariya mirovahî ya jiyanî dike. Bi bexşên xwe piştgirî bidin xebatên Heyva Sor a Kurd!
Heyva Sor a Kurdistanê e.V.
Armanca alîkari şandinê: ROJAVA
(Li gorî biryara ADD saziya Heyva Sor a Kurdistanê li herêma Rheinland-Pfalz nikare alîkariyê kom bike)
Report of Kurdish Red Crescent turkish major attack
paypal.me/heyvasorakurdistane






















































