Wek tê zanîn vîrûsa Korona (COVID-19) bi lez li cîhanê belav dibe. Ji wan deveran ku vîrûs lê belav bûye, welatên cîranên Sûrî, Libnan, Urdûn, Iraq û Tirkiyê ne. Ji ber vê yekê xeterî heye ku vîrûs derbasî nava Sûrî jî bibe.
Bê goman ev yek wê bandorê li Rojavayê Kurdistanê jî bike.
Di rewşa heyî de li Rojava û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bi sed hezaran kesên di encama êrişên dewleta Tirk de ji cih û warên xwe bûne, li nava kampan dimînin. Ji ber şertên giran mirovên koçber nikarin xwe li hemberî vîrûsê biparêzin. Lewma xeterîya li ser van mirovan zêde ye.
Mîna gelek deverên cîhanê, li Rojava jî ji bo xweparastina li hemberî Korona, mirov ji malên xwe dernakevin, xebat li saziyan hatin betalkirin û deriyên dibistan û zanîngehan hatin girtin. Lê tevî van tedbîran jî xeteriya belavbûna vîrûsê li herêmê zêde ye.
Bi taybet ji ber şer û êrişên ku ev 9 salin dewam dikin, derfetên jiyanê û peydakirina alavên dermankirina û xweparastina ji vîrûsê kêm in. Di rewşa heyî de pêdiviya Rojava bi cîhazên tesbîtkirina vîrûsê, alavên paqijkirinê û cîhazên nefesê zêde ye.
Li hemberî vê pirsgirêkê, rêveberîya Bakur û Rojhilatê Sûrî û Komîsyona Tendirûstiyê banga hişyariyê li Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanî kirin da ku erkên xwe bicih bînin.
Em jî weke Heyva Sor a Kurdistanê, bang li aliyên pêwendîdar dikin da ku li hemberî belavbuna Vîrûsa Koronayê, destekê bidin Rojava û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî.
Bêyî ku dereng bimînin, lazime hemû alavên pêşîlêgirtina vîrûsê ji bo sed hezaran kesên muhtaç were şandin.
Heyva Sor a Kurdistanê
Armanca alîkari şandinê: Rojava- Corona Vîrûs
(Li gorî biryara ADD saziya Heyva Sor a Kurdistanê li herêma Rheinland-Pfalzê nikare alîkariyê kom bike)