Ji çapemenî û raya gîştî re,
Ji ber erdheja 24’ê Çileyê ya bi dijwariya 6.8 pileyî ku li navçeya Xûxê ya bajarê Xarpêtê yê Bakurê Kurdistanê rû da di serî de li Xûxê li navçeya Keferdiz a Meledî û gundên derdorê 41 kesî jiyana xwe ji dest dan 1607 kes jî birîndar bûn. Her wiha erdhejê li herêmê rê li ber xisareke mezin vekir.
Em wek Heyva Sor a Kurdistanê a ku 28 sal in bênavber alîkariyê digihêjinin mexdûr û hewcedarên li her devera Kurdistanê, di serî de ji kesên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan rehma Xwedê, ji malbat û xizmên wan re sersaxî dixwezin. Ji birîndaran re jî daxwaza şîfa xêrê dikin.
Heyva Sor a Kurdistanê biryar da ku alîkariyê bi gelê me yê ji ber erdhejê mexdûr bûye bike. Ji be astengiyên dewleta Tirk û helwesta xwe ya di karesatan de nîşan dide, alîkariya ku bê kirin wê yek bi yek ji malbatên mexdûr re bê şandin.
Em bang li Kurdistanî û dostên li Ewropayê û hemû welatparêzan dikin ku bi berpirsyarî nêzî alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê bibin û wezîfeya xwe ya însanî pêk bînin, bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê destê alîkariyê dirêj bikin.
Heyva Sor Kurdistanê
Armanca Alîkariyê : Erdheja Xarpêt’ê
(Li gorî biryara ADD saziya Heyva Sor a Kurdistanê li herêma Rheinland-Pfalzê nikare alîkariyê kom bike)