Kurdî
Mal
Li ser me
Daxuyanî
Nûçe
Projeyên Me
Rapora Sala 2005
Bibe endam
Alîkari
Photo Gallery
Têkilî
Türkçe
Açıklamalar
Alîkarî
Ji raya gi?tî re
Alîkarî

Heyva Sor a Kurdistan 

Sparkasse Neuwied
Kontonummer: 186098
BLZ: 574 501 20

Bibe endam
Mitgliedsantrag
Li Kurdistanê erhej çêbû Bide Çapê E-peyam

 ERHEJ LI ELEZÎZÊ

Elezîz li felaketê hişyar bû

Li navçeya Depa Elezîzê duh serê sibehê erdhejek çêbû. Di erdhejê de 57 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acîl û Afetê ya Serokwezîrtiyê ragihand ku li navçeya Dep a Elezîzê erdhejeke ku şîdeta wî 6.0 e pêk hatiye. Li gorî agahiyên ku ji herêma ku erdhej çêbûye de hatine girtin 57 kesan jiyana xwe ji dest dan gelek kes jî birîndar bû. Li gundan gelek mal hilweşiyan.

Li Elezîzê duh serê sibehê saet di 04:32’yan de erdhejeke ku şîdeta wî 6.0 e çêbû. Li gorî agahiyên fermî 20 kes lê li gorî agahiyên ku ji herêma ku erdhej çêbûye hatine girtin jî 57 kesan di encama erdhejê de jiyana xwe ji dest dan. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin li gundê Okçuyanê 38, li Kanatliyê jî 3 kesan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha tê gotin ku li gundê Nasran û Kayalar ê jî dibe ku mirî hebin. Her wiha hate hînbûn ku di erdhejê de bi tevahî 10 gundan zirareke mezin dîtiye. 

ERHEJ LI ELEZÎZÊ

Alozî derket

Li gorî agahiyên ku hatine bidest xistin bi sedan kesên ku agahiya erdhejê girtine û xizmên xwe winda kirine çûne gundê Okçuyanê. Lê ji ber ku cendirmeyan noqteya kontrolê li gund ava kirine, nehîştîn welatî bikevin gund. Li ser vê yekê di nav bera gel û cendirmeyan de alozî derket. Tenê ji gund bi ambulansan birîndaran derdixin û dibin nexweşxaneyan.

Erdheja ku li Elezîzê çêbû jibilî navenda bajar û navçeyên wî li Dêrsîm, Amed, Erzirom û Çewlikê jî hate hîskirin. Erdhej li deran jî bû sedama tirsê. Welatiyên ku erdhej hîskirin derketin kolanan. Hate hînbûn ku ji bo alîkariyê ji Meletî, Erzirom, Amed û Çewlikê jî ekîbên Parastina Sivîl sewqî herêma erdhejê hatine kirin.

Ji Şaredariya Amedê alîkarî

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî ji bo alîkariyê wesayîtên îtfayeyê şand herêma erdhejê. Her wiha ji Xaçasor jî kon û batanî biriyê herêma erdhejê. Dîsa ekîbên AKUT’ê jî tevli xebatan bûne. Piştî erdheja ku bû sedama windahiyan gelek erdhejên din jî çêbûn. Hate hînbûn ku piştî erdhejê 51 erdhejên din jî çêbûne.

Hin kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û nasnameyên wan hatine zelalkirin ev in: Nermîn Yildiz, Gonul Yildiz, Tugba Yildiz, Zîlan Yildiz, Emre Çîçek, Ayten Çîçek, Davut Yuksel, Kîbar Yuksel, Îzzet Çîmen, Nurettîn Çîmen, Yeter Akdag, Emrullah Akdag, Yusuf Akdag, Hasret Kale, Suyelman Tosun, Halîme Gunduz, Muhammed Zulfu Çîmen, Hîlal Yilmaz, Dervîş Ersoz, Niyazî Keleş, Hasan Huseyîn Yuksel, Cîhan Polat, Remziye Aydemîr, Feyzullah Dagdover, Tellî Erdogan, Merîs Yuksel, Muhammed Emîn Polat, Netîce Polat, Medîne Akdag, Muhammed Ozdogan, Bêrîvan Ozdogan, Ozer Urut, Nazîre Urut, Murat Urut, Fîkrî Ozdogan. Li aliyê din ji ber erdheja li bajaroka Lalanê ya navçeya Depê ya Elezîzê hemû dibistanên bajar 2 rojan hatin betalkirin. Bi heman armancê li Dêrsîmê jî dibistan hatibûn betalkirin.

Li Başyurtê erdhej

Piştî erdhejê duh saet 09:47’an de dîsa erdhej çêbû. Bajaroka Başyûrt a navçeya Depê ya Elezîzê hejiya. Li gorî pîvana Richterê mezinbûna wê 5.5 pêl erdhej pêk hat. 
Li gorî Rasatxaneya Kandilli ya Zaningeha Bogazîçî, li bajaroka Başyurt a navçeya Depê ya Elezîzê 2’yem car erdhej çêbû. Piştî erdheja şîdeta wê 6.0 ku duh serê sibê saet di 04.32’an de pêk hat, dîsa 40 caran li pey hev di navbera 2.5 û 4.1’an de erdhej pêk hatin. Li gorî pîvana Rîchterê saat 09.47’de di pêla wê 5.5 li bajaroka Başyurtê dîsa erdhej pêk hat. Bandora erdhejê xwe li bajarên derdorê jî da xuyakirin.

BDP’ê heyetek şand

Heyeta BDP’ê ku ji Hevseroka BDP’ê Gulten Kişanak û şaredaran pêk tê ji bo li cihê erdhejê lêkolînan bikin çûn herêma erdhêje.
BDP’ê têkîldarî erdhejê daxuyaniyek nivîskî da û sersaxî ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re xwest. Di daxuyaniya ku bi îmzeya Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş hat dayîn de hate diyarkirin ku di erdhejê de zêdeyî 41 kesan jiyana xwe dane û zêdeyî 100 kesan zêdetir jî birîndar bûne. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: „Di serî de kesên jiyana xwe ji dest dayî xwedê rihma xwe lê wan bike û serê malbatên wan sax be. Kesên birîndar jî xwedê silametiyê wan bide. Di erdhejên de kesên zirar dîtî jî dê şaredariyên me di demekî kinde ji bo alîkariya hemwelatiyan me bikin dê tevbigerin.“
Di daxuyaniyê de ji bo gelê herêmê banga alîkariyê hate kirin û hate xwestin ku her kes alîkariyê bikin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku heyeta BDP’ê ya ku ji Hevseroka BDP’ê Gulten Kişanak û şaredaran pêk tê çûn cihê erdhejê.

Ji Heyvasor a Kurdistanê kampanya

Bi bihîstina erheja li navçeya Dep a Elezîzê re Heyva Sor a Kurdistanê jî li Ewropalê di nav Kurdistanî dostên wan de kampanyayeke lezgîn da destpêkirin. Heyvasor a Kurdistanê bang li endamên xwe û alîkarîhêzan kir ku ji bo pêçandina kesên ji erdhejê zirar dîtine destê alîkariyê dihêj bikin û destekê bidin kampanyaya alîkariyê ya lezgîn ku dane destpêkirin.

ELEZÎZ



YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

 NÛÇE

Amadekariya koçberiyê dikin

ERHEJ LI ELEZÎZÊ

Li Elezîzê pêr erdheja mezinbûna wê 6.0 pêl pêk hat û zêdeyî 50 kesî jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 100 kesî jî birîndar bûn.

Bi dehan mal hilweşiyan û bi sedan sewal mirar bûn. Gundiyên ku ji ber erdhejê mexdûr bûn, ji aliyekî ve hewl didin ku birînên xwe derman bikin û ji aliyekî ve jî amadekariya koçberiyê dikin. Gundiyan li dijî daxuyaniyên rayedaran jî bertek nîşan dan û gotin ku tu kes alîkariya wan nake. Gundiyan got ku îşev ew di konên Kizilayê de mane û ji ber bêhestiyariya dewletê jî gazinc kir. Li gundê Okçuyanê hin alîkarî hatin kirin lê gundên din tu alîkarî nehatin kirin.

Ji gelek gundiyan re alîkarî neçû

ERHEJ LI ELEZÎZÊ

Her çiqas ku hemû alîkarî ji Gundê Okçuyan re hate kirin jî alîkarî neçû ji gelek gundiyên dûrî Elezîzê. Gundiyên ku alîkarî bi wan re nehat kirin gazincên xwe anîn ziman. Dîsa gundê Kayalikê ya ku gundê herî dûr a navendê ye jî tenê ji aliyê leşkeran ve hat ziyaretkirin. Li gund bi giştî 15 kes hene û hemû kes jî vê şevê li derve man. Keyayê Gundê Kayalikê Dirih Gul diyar kir ku gelek kes hatine Elezîzê lê tu kesî wan ziyaret nekiriye û wiah got: „Gundiyên din jî wekî me amadekariya koçberiyê dikin. Li gund, bi ro jî mirov nikare bisekine. Em di van şert û mercan de dimînin. Em niha amadekariya koçberiyê dikin.“

Welatiyê bi navê Îkram Ersoz ê di erdhejê de xizmên xwe winda kir, gazinc kir û anî ziman ku alîkarî ji wan re neçûye. Ersoz, gazincên xwe wiha anî ziman: „Ji ber ku gundê me dûr e, tu kes alîkariya me nake. Tenê betanî û konan dan me. Konên me jî di nav heriyê de ne û ji ber bayê difirin. Her kesê ku tê, diçe Gundê Okçuyanê. Wekî ku li vê tu kes nemiribe, malên me xirab nebûnin. Miriyên xwe jî me bi xwe derxist.“ Li Gundê Tekê ya ku gelek mal hilweşiyan û 3 kesan jiyana xwe ji dest da jî rewş naguhere. Gundiyê bi navê M. Siddik Yildirim jî amadekariya koçberiyê dike. Yildirim anî ziman ku hêviya wî ji dewletê tune ye. Yildirim da zanîn ku ji ber hêviya wî ya ji bo alîkariyê tune ye, ew dê koçî Edeneyê bike.

ELEZÎZ



YENİ ÖZGÜR POLİTİKA